SocietyTop

Çadirgehê ÿzdîya 40 r’oja zêdetir miqabilî belqîtkê þer’k’arîyê dikin, ewê bikarvin diha zêde t’avkin?

Dest pêgirtina KOVÎD19 çadirgehê cîgöhastîyê we’delîda h’alê wê neh’îêda (Îraqa Þimalê) xiravbû, çimkî e’lamkirina seh’eta kamêndantîyê neh’îêda “derb gîhand”-e xevatê, lê xevat h’esavdive seveveke ferz  mayîna çadirgehêda. Mînîmûma jîyînê h’esavdive pirsgirêka heremezin ser fona pêgirtitna belqîtkê, dadana ç’e’vkanîyê xevatê sûka û dik’anada, lê isa jî qedexekirina cîlipatê navbera neh’îya û mûhafazada- ew pirsgiêka r’aste, wekî ber xweyê dik’ana û p’êþa sekinîye, k’îjan aylixa herr’ova girêdayîne.

Mecalê çadirgehaye sist li goveka sag’lemîxweykirinê û xizmetk’arî h’ökömeta neh’îyê mecbûrkirin çadirgeha bikine bin xewlekirina t’am û wanda seh’eta kamêndantîêye sernaser e’lamkin, bi kirina h’vsê ij pêgirtina KOVÎD-19, lê isa jî seva betalkirina wê t’edbîrê h’evskirinê qebûlkin.

Casim Bedel Xelef, xweyê sûpêrmarkêta çadirgehêda, t’ev “Êzîdî24” xeverda û got: “H’etanî wê yekê, çaxê welêtda belqîtk dîharbû, Çadirgehê cîgöhastîyê we’delî isa jî h’alê çetinda diman. Dereca k’esîvtîyê çadirgehada bilinde, lê bêxevatî çadirada h’esavdive pirsgirêka cidî- ij dema e’lamkirina seh’eta kamêndantîêye seranser û dadana r’ê-dirba, dik’ana û ç’evkanîyê k’arê, kesê cîgöhastî h’alê degmeda dijîn, h’evtê deribazbûne, û destgihîþtina gele malaye li lazmayê h’îmlî dest dadana ç’evkanîyê xweye karê t’ine”.

Emîn Ÿlîas Saadû heman çadirgehêda t’erzî dixevte:  -“Berê çadirgehêda dirûtina k’incê xweva dixevtîm, û xevata mine baþ hebû, e’wil xevat ze’f nînbû, û  û miþterî degme dihatin, lê paþê miþterîyê min zêdebûn, û xevata min diha baþbû, ne kö berê, nav r’okê ez weke 25 h’ezar dînara dixevitîm, r’aste ew ne ewqasî zefe, lê em seva lazmaya ÿp’êcebû”.

Saadûyê serda zêdekir: “Pey belabûna belqîtkê û seh’eta kamêndantîêr’a bawerbike t’emamîya dik’ana hatne dadanê, k’îjanê gîhande nimizbûna dereca k’ara malhebûna, û vî h’alî ziyana mezin gîhande xweyê dik’ana, xazma wan, aylixa k’îjanaye dîwanî t’ine û  bi wan p’era dijîn, k’îjana ew dik’anê xweda qazincdikin, û h’erke ev boran dirêjve, dêmek ziyanê diha gelekî seva gelekave û diha gelekî seva xweyê dik’ana û meriva, ê kö k’esîvtîyêda dijîn”.

14-ê meha sala 2020-îye adarê meqametê bêqezîabûnê neh’îêda seva avtomaþîna û  peya seh’eta kamêndantîyê e’lamkirin, lê isa jî sûk û dik’an dadan, lê paþê derheqa qedexekirina h’emt’omerîda e’lamkirin. Evê qirarê t’emamîya çadirgehaye neh’îêda pey pêgirtina belqîtkêye t’emamîya Îraqêda wergirt. Wezareta sag’lemîxweykirinê û dor-bera derheqa h’alê belqîtkaêye Îraqêda 22-ê meha sala 2020-îye nîsanê ij dema dîharbûna wê  e’lamkir, çimkî hejmara delîvê nexweþk’etinê gihîþte 1631-ê, 83 delîvê mirinê, lê delîvê qencbûna t’am stendî, gihîþte 1146-a.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button