All NewsTop

Niqaşa lêkolînê mafên miletê bicîk yê Ermenîstanê di hatîe derbaskirinê

Gotûbêja lêkolîna “Li Komara Ermenîstanê bicîanîna mafên hûrgelên netewî” hat kirin. Lêkolîn ji aliyê nûnerê civaka Êzidî Hamlêt Smoyan ve hatiye kirin.

Di çalakiyê de Seroka Saziya Gel a “Demokrasiya Îro” Gûlnara Şahînyan axivî.

Serokê Daîreya Kêmarên Netewî û Karûbarên Dînî ya Serokwezîrtiya Hayasyayê Vardan Astsatryan, nûnera Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Sporê ya Ermenistanê Rûzanna Glêçyan, rêvebera Navenda Civaka Êzidî ya Mafên Mirovan Mûraz Şamoyan, nûnerê Komîteya Kurdistanê Slo Drboyan jî di çalakiyê de axivî.

Hamlêt Smoyan pêkanîna mafên perwerdeyî, siyasî, zimanî û olî yên civakên êzdî, suryanî, kurd û rûs ên ku li Ermenîstanê dijîn li Komara Ermenîstanê pêşkêş kir. Hamlet Smoyan diyar kir ku armanca lêkolînê ew e ku were fêmkirin ku li Komara Ermenîstanê di çarçoveya reformên makezagonî yên ku di sala 2015an de li Ermenîstanê dest pê kir de mafên hûrgelên netewî çawa tên bidestxistin, çi guhertinên erênî çêbûne û çi pirsgirêk hene.

Axaftvan, nûnera civaka Suryaniyan, endama Meclîsa Neteweyî Zêmfîra Mîrzoêva, bal kişand ser mafên hindikahiyên neteweyî.
“Li Ermenîstanê di warê qanûnên ku mafên hindikahiyên netewî garantî dike de rewşek me ya baş heye. Welatê me tevlî gelek belgeyên navneteweyî yên ku mafên hûrgelên netewî garantî dikin, bû, ku piştî pêvajoya erêkirinê, bûn beşek ji qanûnên navxweyî yên Ermenîstanê. Parlamenter Zêmfîra Mîrzoeva di axaftina xwe de got, di çarçoveya van pîvanên qanûnî de nûnerên hindikahiyên neteweyî yên ermenî xwedî derfet in ku ziman û edebiyata xwe hîn bibin û bibin xwediyê mafên din.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button