All NewsTop

Alîkarê Serokwezîr Grîgoryan pêşwaziya Rûgênaat, rêveberê koma welatên Banka Cîhanê ku Ermenistan jî di nav de ye, kirîe

Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan pêşwaziya Rêveberê Koma Banka Cîhanê ya ku Ermenîstan jî di nav de ye Yêvgêny Rûgênaat kirîe.

Di destpêka civînê de cîgirê serokwezîr Mhêr Grîgoryan bal kişand ser giringiya hevkariya Ermenistanê bi Banka Cîhanî re û da zanîn ku, ew ne tenê ji bo Ermenistanê rêxistineke bexşkar e, di heman demê de hevkarekî girîng e û bi piştevaniya wê reformên sereke têne kirin. 

Li hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr nêrîna hikûmetê ya ji bo pêşxistina sektorên herî girîng pêşkêşî berpirsê Banka Cîhanî kir û bi taybetî amaje bi kêşeyên heyî û reformên plankirî yên di warên perwerde û tenduristiyê de kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button