All NewsTop

Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan dê di 24ê Nîsanê de ji hemû ziyaretvanan re vekirî be

Ji ber vê yekê di 24’ê Nîsanê de Muze-Enstîtuya Qirkirinê dê saet 10.00-20.00’an bixebite, derî ji hemû ziyaretvanan re vekirî be. Di civîna çapemeniyê ya ku li salona çapemeniyê ya “Armenpress”ê hat lidarxistin de, rêvebira Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan Edita Gzoyan, anî ziman ku tê payîn ku wê rojê serdana heyetan jî bikin. Niha serdana şandên Fransî tê piştrastkirin.

“Di 24ê Avrêlê de, muze dê di bin rewşa awarte de bixebite. Ketina muzeyê belaş e, her kes dikare serdana muzeyê bike, bi heyetekê hatiye yan na. Em ê tevahiya rojê ziyaretvanên xwe qebûl bikin.”

Beriya 24’ê Nîsanê, di 23’ê Nîsanê de, Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan wê pêşangeheke demkî ya bi navê “Jina Ermenî: Qurbana Qirkirinê û Leheng” veke. Armanca pêşangehê ew e ku çarenûsa jina Ermenî ya di dema Qirkirina Ermeniyan de were ronîkirin, lê di heman demê de wêrektî û berxwedaniya wê ya awarte were pêşkêşkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button