All NewsTop

Piştî van hemûyan, ji bo ku em di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de bimînin,  em çima bimînin, emê li ser çi bimînin? Samvêl Babayan

Ermenistan daxuyand ku endamtiya xwe ya di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de dicemidîne û eşkere nake ka çima cemidandiye. Wezîrê Dewletê yê berê yê Qerebaxê Samvêl Babayan di axaftina xwe ya bi NEWS.am’ê re ev tişt anî ziman.

Min carekê raya xwe bi giştî û bi nivîskî ji hikûmeta niha re pêşkêş kir ku gere were cemidandin. Sedem jî ew e ku Bêlarûs ku endamê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf e, çek daye Azerbaycanê. Bi gotineke din, Bêlarûs aliyek eleqedar e û di wê pêkhateyê de berjewendiyên Azerbaycanê lobiyê dike.

Welatên Asyaya Navîn jî di heman rewşê de ne, Azerbaycanê zêdetirî 20 milyar veberhênan li wan welatan kiriye, lobî dikin û vê yekê jî venaşêrin. Ew serkeftina Azerbaycanê pîroz dikin, her tişt kirine ku Rûsya di şerê sala 2020-an de her helwestek Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ranebe. Yanî li wir ti hevalbendên me nînin. Têkiliyên me bi Rûsyayê re hene, yên mayî zêdetir alîgirê Azerbeycanê ne.

Piştî van hemûyan, ji bo ku em di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de bimînin, wekî çi bibe, em çima bimînin, em çi bikin, çi pirsgirêkê çareser bikin?

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button