All NewsTop

Astana ne navbeynkar e di danûstandinên dahatû yên di navbera Êrîvan û Bakuyê de li Almatayê

Kazakistan dê nebe navbeynkar di danûstandinên dahatû yên di navbera wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê de li Almatayê.

Li gorî nûçeya, TASS li ser zarê nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê Aybêk Smadîyarov ragihand.

“Em li Almaty muzakereyên wiha plan dikin. Niha em bi hevkarên xwe yên li Azerbaycan û Ermenîstanê re di nava têkiliyê de ne. Danûstandinên bê tenê di navbera aliyan de dê bên kirin.”

Nûnerê Wezareta Derve bi bîr xist ku di serdanên xwe yên vê dawiyê yên Azerbaycan û Ermenistanê de, Kasîm-Jomart Tokayêv serokkomarê Qazaxistanê li ser giringiya pêkanîna aştiyek bihêz û demdirêj di navbera van welatan de rawestiya.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button