PoliticsTop

Konferansa Civata Dêrên Cîhanê ya 11a bi daxuyaniyeke taybet mijara Artsaxê hate nirxandin

Di Konferansa Civata Dêrên Cîhanê ya 11a de, ku li Almanyayê bajarê Karlsrû tê derbaskirin, bi taybet li ser mijara Artsaxê jî axaftin hate kirin.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Nora Payragtaryan, endama Lijneya Navendî ya Neteweyî ya Katolîkosata Mala Kîlîkya ya Mezin, mamosteya zanistên siyasî û hiqûqa navneteweyî li zanîngeha Libnanê, daxuyaniyek derbarê Artsaxê de pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de,şerê 44 rojî ya Azerbaycanê li dijî Artsaxê despe kiribû şermezar dike û piştgiriya xwe ji bo mafê çarenûsî yê gelê Artsaxê nîşan dide.

Di konferansê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Azerbeycanê hat kirin ku demildest hemû girtiyên şer bêne berdan.

Wê dilgiraniya xwe ya kûr ji destdirêjiya li ser pîrozgeh û mîrata çandî ya Ermenîyan li herêmên dagirkirî yên Artsaxê nîşan da û bang li UNESCO û civaka navneteweyî kir, ku bi her awayî cihên çandî yên Ermeniyan biparêzin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button