Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan 30’ê Nîsanê pêşwaziya endamê Senatoya Fransayê Ronan le Glio kir, ku endamê komîteyên têkiliyên derve, berevanî û çekdarî û komîteyên Ewropayê yê Senatoya Fransayê ye.
Di hevdîtinê de Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Fransayê yê Ermenîstanê Olivier Decotigny jî amade bû.
Di hevdîtinê de mijarên hevkariyên dualî yên Ermenistan û Fransayê yên di warê parastinê de û herwiha hevkariya bi Yekîtiya Ewropayê re hatin gotûbêjkirin.
Çend mijarên girêdayî ewlekariya herêmê û reformên mezin di hêzên çekdar ên Ermenistanê de jî hatin gotûbêjkirin.