EconomicsTop

Sûka mal-milk’ê neh’ejok çapikbûye, lê ew h’alnivîsarêda seranser dîharnave

Sûka mal-milk’ê neh’ejok çapikdive, lê þöxölk’arîyê seyranvanaye van xilazîya mîaserkirî h’alnivîsarêda ê dîtinê nînin, çimkî, h’îmlî milk’edar bi cûr’ê  dizîva malê didine k’irêdara, bêy seva wê edakirina xerc-xeraca. Komîtêa kadastrê salixê sêmehîya sûkêye pêþin t’omerîkirîye.

          Mehê sala 2022-aye k’anûna paþin-adarê weke 43 h’ezar þöxölk’ar mîaserbûne, k’îjan bi 6%-a yan bi 2445-a ij  maweya 2021-êye e’ynî zêdetire, bi 0,5 selefa yan bi 219 þöxölk’arîya himberî 2020-î û bi 17%- yan bi 5296 þöxölk’ara himberî  e’ynî maweya 2019-a.

          Weke 32%-ê þöxölk’arê 3 meha R’ewanêda mîaserbûne.  Cîyê dödada  merza Kotayk’êye. Bi h’esavê þöxölk’arê mal-milk’ê neh’ejoke herepasîv merza Vayos zorêye. Nav þöxölk’arê 3 meha þöxölk’arê firotanê serdestin, paþê þöxölkarê gerewdanînê. Lê þöxölk’arê qanûnîkirinê ê herehindikin. Qîmtê mal-milk’ê neh’ejok ÿp’êce zêdebûye.

          Anna Nazaryan- midîra para komîtêa CE-êye kadastrêye þirovekirina sûkê- “Þeherê R’ewanêda t’ev sêmehîya sala 21-ê me zêdebûn tênivîsîye- bi çapa 12,4%-a, lê t’ev sêmehîya 4-a me bi çapa 2,9%-a tênivîsîye. Ez bidime k’ivþê, wekî þiklê meyî vî cûr’eyî isa jî merzada heye. Coda gotî, merzada himberî sêmehîya 4-a me 5% zêdebûn  tênivîsîye, lê t’ev sêmehîya sala 21-êye pêþin- zêdebûna bi çapa 15,5%-a.

          R’ewanêda bajar’vana h’îmlî r’ê têr’a dîtiîye mezîlê p’eydakin, lê merzada xölese h’alnivîsarêda þöxölk’arê xwelîyê ze’fin- Anna Nazaryan dide k’ivþê.

Anna Nazaryan- midîra para komîtêa CE-êye kadastrêye þirovekirina sûkê- “Cimhöryetêda cöda gotî bajar’vanê me þöxölk’arê hereze’f t’ev xwelîya mîaserkirîye- bi hejmara  15 h’ezar 937 liv. Bi t’aybetî, ij wira 10 h’ezar 107 liv t’ev xwelîyê bi me’na gönd mîaserbûye. Yanî hejmar xweber derheqa xweda xeverdidin, balk’êþîya mezin nisbetî xwelîyê gönd heye,  eva ez difikirim r’eqemnîþa ÿp’êce ferze, cöda gotî seva malhebûna welatê me”.

Ser sûkê t’esîra þertê qerzê hîpot’êk’îêye benkaye pêþdak’iþandîye mezin hexye- wek’îtlê qölixdarîyê didine k’xivþê. Lê, vê sala xilazîyêda pêþtirî t’ezeavakirîya isa jî r’ewaca  malaye sûka dereca dödada mezinbûye.

Vahê Danîêlyan- Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok- “Çimkî ij avayê t’ezeçêkirî ne t’emam angorî hîvîdarîyê wanin, çimkî gele cara hîvîdarîyê merivaye mezin hene. Mesele- avayê kevinda 80 mêtrê çargoþe mezîla 3 ot’axêye baþe- k’îderê ot’axa mêvana baþqeye,  aspêjxane baþqeye, 2 ot’axê r’azanêye t’am cödav hene, yanî- ew ze’f baþ p’arevebûîye. Lê gele cara avayê t’ezeçêkirîda nav 80 mêtrê çargoþeda hûn nikarin ot’axeke r’azanê, ot’axeke mêvan û aspêjxanê bistînin.

Bal qölixdarîkê- þikil wekî dine, r’ewaca mezîlê t’ezeçêkirî ze’fe. Divêjin- çapiktî ij  hîvîdarîyê mestire.

Andranîk Harûtyûnov- Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok. “Ew qanûna derheqa paþdavegr’andina xercêk’arêda h’esavdive dereca helandayînê. Vê demê isa jî sûka k’irêkirinê çapike,  çimkî bajar’vanê p’ir’hejmare ij T’ifaqdarîya Ûr’isêtê, Bêlar’ûsîayê, Ûkraînayê hene, Em  hîvîya çapiktîya sûka  dereca döda û pêþindanin, em isa jî têderdixin, wekî p’areke ê hatine cîgöhastinê, wê bixweze mal-milk’ p’eydake, herke bixwezin Ermenîstanêda bimînin.

Angorî  lêk’olînkirinê qölixdarîyaye höndör’- bajar’vanê Ermenîstanê h’îmlî p’ayt’extda wexta p’eydakirina mezîlê hazirin 50-60 h’ezar dolara edakin, lê wet’enwarê meye ij welatê dereke tên h’îmlî goveka ij 80 h’etanî 100 h’ezar dolarada malê diger’in.

Lê merem ne kö t’enê mayîne, lê isa jî  dayîna bi k’irê. Lê r’eqemê þöxölk’arê kadastrêda tênivîsî hink’ûfî r’ewana r’êwîyaye mezine van xilazîya nînin. Sêmehîya pêþinda serîbinî 2209 þöxölk’arê k’irêkirinê morbûne- diha hindike himberî e’ynî  we’dê salê  berîn.

Anna Nazaryan- midîra para komîtêa CE-êye kadastrêye þirovekirina sûkê- “Niha hûnê e’cêvmayî bimînin, bêjin, çima bal me e’k’snave. Vira ez dixwezim bidime k’ivþê, wekî r’astîyê hindava bajar’vanê meda ew medenyet hila hê t’ine, yanî mêlkirinê morkirina þeertne’mê k’irêdayînê cöda gotî xwestina wane mezin t’ine”.

Vahê Danîêlyan- Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok- “R’astîyê zêdebûn diha gelekî bilinde, ne kö kadastr têdinivîse, çimkî sûka k’irêkirinêda ne t’emamîya þertne’ma  tênivîsara dîwanî derbazdivin. R’aste angorî qanûnê tênivîsara dîwanî e’seyîye, lê gele cara- milk’edarê mal-milk’ê bi byûcêya we’dekine ç’ûk yan k’irêdar r’ê têr’a divînin þertne’mê binîva morkin û  kadastrêda ew r’eqem  dîharnavin”.

R’ûstam Badasyanê sedrê KK’D Civata Miletîyêda paþda veger’yabû ser vê pirsê, bi k’ivþkirina, wekî mezîlê k’irêdayîva girêdayî salix  têne berevkirinê, lê war deþta seranser  sîyêdaye û t’eþkîlea komîtêye aleta bawerbike t’ine. Bi vî h’esavî p’êþezan mesela Görcistanê tînin, çaxê xerc ne kö  bi h’esavê salê, lê mehê û bi qeydemeþa diha safîbûyî edadive.

Vahê Danîêlyan- Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok- “Çimkî seva cime’ta meye cî qîmet ze’f bildinddivin, k’îjan dive ya destnegihîþtinê destanîna wê malê yan hima k’irêkirin. Gelek hene, wekî ij neh’îya tên, xwendk’ar, dixwezin malê k’irêkin, lê cema wan t’êrênake, wekî bikarvin mezîla kirêkin.

Bi gilîyê p’êþezana- çapikbûna sûka k’irêkirinê anî ne kö t’enê li zêdebûna qîmeta, lê isa jî k’omek da, wekî gelek r’ê têr’a bivînin mal-milk’ê xweyî seva firotanê danî k’irê bidin yan bi wî meremî mal-milk’  p’eydakin. Nenihêr’î çapiktîya sûkê t’esîra erênî ser malhebûnê dihêle, lê isa jî t’esîra neyênî heye.

Vahê Danîêlyan- Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok- “Dikarin mesele milk’edar xercê mehekê edake wê mehê k’irê bide tûrîstê we’dekin. Ez tiþtekî wa bêjim, wekî ze’f berk’e û nave, diha xirav. Diha baþ nîne h’evekî milahîmkin?, xercê jî berevvin, ne kö diha berk’ hatîye danînê û bi delîlî naxevte yan bi 10%-a dixevte. Diha baþe h’evekî fesalkin, wekî  seva bajar’van fesalve, bidine xevatê, isa jî xwe bi hiqûqî xweykirî t’exmînke û xercê xwe jî edakirî. Herke 100 selef nînve h’eta ij 10%-a dikare bive 80% na?

P’êþezan bawerin- sêmehîyê 2-a û  3-a jî bi h’esavê þöxölk’arê mal-milk’ê neh’ejok wê çapikvin- ne kö bi mêlkirinê hazir, lê isa jî h’eyamva girêdayî.

Nîkolay Avêtîsyan, Tîgran Babayan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button