
Þik t’ine, wekî belqîtka koronavîrûsê mecbûrkirîye r’êwîtîyê bi cûr’ê t’eze qîmetkin. Seva wan, ê kö van r’oja xwezlîya xwe tînin çeltê xwe berevikin û her’ne r’êwîtîyê, “Bîg t’ravêl”-ê cedvela 50 warê “hereînstagramîyê” t’eþkîlkirîye.
“Bîg 7 travl”-ê qedera hêþt’êgê înstagramîyê, fikirê peyr’evê xwe Înstagramêda û t’eþkîla r’êdaktorîyê saxtîkirîye. Tokîoya p’aytextê Yaponîayê serk’arîyê cedvelê dike, cîyê döda û sisya angor Fîlîpîna û P’arîzê mijûlkirine.
Nyû York’, Stambûl, dûbay, Havana, Sîdnêy, London û Çîkago herdeh pêþindanin.
Ermenîstan horîzona 39-adaye- navbera Varþavayê û Marak’êþda.
Dêrê qedîm, xörekê nebînayî û bergehê timahiþtinê: awa çend tiþt, wekî, angorî “Bîg 7 travêl”-ê, Ermenîstanêda e’seyî wê tima bihêlin- bi medenyeta dewlemende neh’îya Qafqasîaêda telyayî û bi dîmenê k’aw vî welatîda.
“Fotoþiklê îdêalî sûka Vêrnîsjêda bikin, k’îderê dikarin xalîça û hûrmûrê bêhejmar bik’ir’in, paþê dêr û k’ilîsê welête p’ir’hejmar e’yankin”,- malp’er’ dinivîse.