SocietyTop

Bona saxtîkirina t’ertîfet û hebûka h’akima Ermenîstanê 9 mln êvroya bistîne

Axirîya mîaserkirina berne’mêda sala 2023-a ösûla Ermenîstanêye meh’kema gere bêyî kor’psîaêve.

Encomana avropî wê k’omekê bide wergöhastinê ösûla Ermenîstanêye meh’kema.

Bi hevr’aqayîlne’ma t’ev h’ökömeta Ermenîstanê qolbûnê- encomana Avropayê sozê 30 mln êvro grant dide welatê me. R’ûniþtina h’ökömeta CE-êda wexta t’emsîlkirina t’ivdîra hevr’aqayîlne’mê Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyê serewezîrê CE salix e’lamkir.

“27 mln êvro bi cûr’ê k’ese alîk’arîya byûcêtîyê wê bêne dayînê, lê 3 mln-ê din- alîk’arîya têxnîkîyê”,- Mhêr Grîgoryan got.

Bona mîaserkirina berne’mê 2 sal we’de tê têr’adîtinê- weke wrgöhastinê meh’kemehiqûqîyê û berne’mê e’k’sîkor’ûpsîon.

R’ûstam Badasyanê wezîrê e’daletê safîkir, wekî axirîya mîaserkirina berne’mêda sala 2023-a ösûla meh’kema gere bêy kor’ûpsîayêve.

“Seva her salekê dayîna 9 mln êvoroya tê têr’adîtinê, lê 3 mln êvroyê ij 30 mlê êvroya seva xizaemtk’arîya t’emîdayînê gere bêne dayînê. Idî îsal ç’e’vnihêr’îne 9 mln êvroyê pêþin bistînin- seva saxtîkirina t’ertîfet û h’alê hebûka h’akima”,- Badasyan got.

Ewî isa jî serda zêdekir, wekî encomana betalkirina kor’ûpsîayê idî t’ertîfeta endamê MD û ÞH’H û h’alê wanî hebûkê saxtîdike.

Axrîya e’ne’nekirina pirsêda Nîkol P’aþînaynê serekwezîrê CE jî da k’ivþê, wekî r’iya wergöhastinê dêmokratîyêda YA hevalk’ara Ermenîstanêye h’îmlîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button