PoliticsTop

Azerbaycan hewl dide, ku lihevkirinên ku berê hatine çêkirin têk herin: Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê di civîna welatên endamên RPEK de

Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan di 8ê Hezîranê de di civîna asayî ya Sekreterên Konseya Ewlekariyê welatên endamên RPEK de axivî.

Sekreterê Konseya Ewlekariyê axaftinên xwe de behsa kêşeyên ewlekaryê li navçeyê kir û got: Azerbaycan li ser siyaseta bikaranîna hêz yan gefa hêzê berdewam e û hewl dide cîbicîkirina rêkeftinên, ku berê hatine bidestxistin, têk bibe. Tevî van hemûyan jî Azerbaycan ne tenê li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê, li Qerebaxê û Korîdora Laçînê jî alozkirina rewşê berdewam dike.

Grîgoryan her wiha da zanîn, ku rastiya nenaskirina êrişên Azerbaycanê li dijî xaka serweriya Ermenîstanê û hewla girêdana wê bi nepêkanîna proseya xêzkirina sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê, bêbingeh e.

Armen Grîgoryan bang li hevkarên xwe kir, ku rewşa Qerebaxê bi awayekî zelal û armanckirî binirxînin û gavên bi bandor bavêjin da ku 120 hezar Ermenîyên li Qerebaxa Çiya di bin qirkirina etnîkî de nebin. Di vê çarçoveyê de ji bo Ermenîstanê avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bo dabînkirina maf û ewlehiya gelên Qerebaxê, wek pêşînek dimîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button