All NewsTop

Niha pirseke wiha di rojeva me de nîne. Tûnyan derbarê îhtîmala kirîna gazê ji Azerbaycanê

Niha di rojeva Ermenîstanê de pirsa kirîna gazê ji Azerbaycanê nîne, gaza Rûsyayê û gaza Îranê bi temamî daxwaza aboriya Ermenîstanê têr dike.

Parlamenterê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Babkên Tûnyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt got.

“Li gorî agahiyên ku di destê min de hene, ti peymaneke pêşwext nîne. Nîqaşên bi vî rengî tune bûn. Lê eger welatek gazê difiroşe hebe û welatek jî hewcedarê gazê be û ti astengî jê re tunebe, her tişt li ser nîqaşê ye. Lê niha ti peyman û lihevkirinek pêşîn tune ye,” Tûnyan gotîe.

Tûnyan di wê baweriyê de ye ku gere Ermenîstan hewl bide ku herî zêde derfetên xwe cihêreng bike. Di heman demê de, cîgir tekez kir. “Niha gaza Rûsyayê û gaza Îranê bi temamî daxwaza aboriya me têr dike.”

Bi vî awayî, wekîl piştrast dike ku Ermenîstan di rojeva xwe de pirsa kirîna gazê ji Azerbaycanê nîne. Got jî: “Ji bo lihevkirina li ser tiştekî wiha, gere berî her tiştî peywendiyên me yên birêkûpêk hebin, hin peywendiyên me hebin, peywendiyên me yên pratîkî hebin û piştre eger pêwîstî pê hebe em dikarin li ser pirsên wiha gotûbêj bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button