Niha dem hatiye ku rayedarên Ermenîstanê biryar dane ku êdî li balafirgeha Zvartnosê alîkariya sînorparêzên Rûs, hevkar û dostên me nemaye. Balyozê Ermenîstanê yê li Yekîtiya Ewropayê Tîgran Balayan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya The Moscow Times de ev tişt got.
“Ev nayê wê hesavê, ku em niha ne hewceyî bingehek rûsî ne.
Weke ku wan rojan Serokwezîr Paşînyan xeverdabû, xeberdan bona derxistina baregeha leşkerî ya Rûsyayê tune.
Tu eleqeya hebûna wî bi peymanên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf re nîne. Ew li gorî peymana du alî li Ermenîstanê ye.”