All NewsTop

Di rojeva Ermenîstanê de pirsa tevlîbûna Dewleta Îttîhat tune ye. Wezareta Derve ya Ermenistanê

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan li ser daxuyaniya Serokomarê Bêlarûsê Alêksandêr Lûkaşênko ya ku gotibû Kazakistan û komarên din ên piştî Sovyetê heke bixwazin dikarin bibin endamê Dewleta Yekîtîyê ji “Lûrêr”ê re nirxandîe.

Badalyan wiha gotîe: “Ev pirs di kanûna paşin  2023’an de ji aliyê serokwezîrê Ermenîstanê ve hatiye kirin û di rojeva Ermenîstanê de pirsê wisa nîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîyê ya ku di 10ê kanûna paşin 2023an de hat lidarxistin de diyar kiribû ku Ermenîstanê ji bo ku bibe endamê Dewleta Yekîtîyê ti teklîfeke fermî ji Rûsyayê wernegirtiye.

Serokê Bêlarûsê Alêksandêr Lûkaşênko çend roj berê gotibû ku “heke kes ji ber çekên nukleerî bi fikar be” bila beşdarî hevpeymana Rûsya û Belarûsê bibin û “her kes dê bibe xwedî çekên nukleerê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button