All NewsTop

Em hêvîdar in ku pirsgirêkên mirovî yên bi Tirkiyê re firsendê bide çareserkirina pirsgirêkên siyasî. Paşînyan

Ermenistan amade ye ku di warê siyasî de bi Tirkiyê re bi pêş ve biçe. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya Foruma Navneteweyî ya Mûnxênê de li ser ewlekariya Kafkasya Başûr ev tişt gotîe, li konfêransê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv, Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Xarîbaşvîlî û sêkrêtarê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê Hêlga Şmîd hazit bûne.

“Dema me biryara şandina alîkariyên mirovî û rizgarkirinê bo Tirkiyê da, me tenê li ser armancên mirovî difikirî, lê di vê pêvajoyê de me bertekeke erênî ji aliyê Tirkiyê ve dît û eger encamên siyasî yên erênî hebin wê baştir be. Lê însiyatîfa me ya destpêkê tenê mirovahî bû.” – Paşînyan diyar kirîe.

Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de têkiliyên dîplomatîk û vekirina sînor ne tenê ji bo geşedanên li herêma me, ji bo rewşa navneteweyî jî dê erênî be, em amade ne ku pêşde biçin.” – Paşînyan bi dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button