EconomicsTop

Ajansa Pêşketinê ya Fransî wê nûneratiya xwe ya daîmî li Êrîvanê veke

Li gor peymana deynê ku di navbera Komara Ermenîstanê û Ajansa Pêşketinê ya Fransî de hatiye îmzekirin, hikûmeta Komara Ermenîstanê wê 100 mîlyon euro tesîsa krediyê ji bo fînansekirina kêmasiya butçeya dewletê bistîne. Bi ber çava zêdekirina cildên hevkariyê, Ajansa Pêşketinê ya Fransî biryar da ku nûnertiyeke daîmî li Êrîvanê veke.

Li gorî Wezîrê Darayî yê Komara Ermenîstanê Tîgran Xaçatryan ev pere ji bo 20 salan tê dayîn û di du qatan de dikare were standin. “Em dikarin serlêdanê bikin ku du yek carî bistînin. Em plan dikin ku di dawiya vê salê de herî kêm yek serlêdan bikin û bistînin, “wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button