SportTop

Yurî Sakunts rekora nû ya Guînnesê tomar kir: bi diranên xwe du wesayitên agirkujiyê cîhguhast

Mamostê Akademiya Dewletê ya Rêveberiya Krîzê ya Wezareta Rewşên Awarte Yurî Sakunts , Rekora Guînnesê ya nû tomar kir. Li hewşa Wezareta Rewşa Awarte ji rekora berê derbas bû, Yuri bi diranên xwe du wesayitên agirkujiyê ku giraniya wan 37,5 ton e, cîhguhast.

Wezîrê Rewşên Awarte Armên Pambukhçyan, Alîkarê Yekem ê Wezîr Artyuş Grîgoryan û xebatkarên Wezaretê bûn şahidê danîna rekorê. Wezîr Pambukhçyan Yurî Sakunts pîroz kir û serketinên nû jê re xwest.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button