SocietyTop

90 welatiyên Ukraynayê ji bo statuya penaberiyê serî li Daîreya Koçê ya Ermenîstanê dan

Ji 8ê Nîsanê vir ve Daîreya Koçê ya Ermenîstanê ji bo statuya penaberiyê serî li 90 welatiyên Ukraynayê da. Servîsa Koçê ya Ermenîstanê li ser pirsa Armenpressê da zanîn ku ji nîvî zêdetir serlêdan Ermenî ne.

Serlêdana biyaniyan li ser bingeha hevpeyvîna ku ji aliyê Daîreya Koçê ya Ermenistanê ve hatiye kirin tê lêkolînkirin. Di rewşa dayîna statûya penaberiyê de, belgeya rêwîtiyê ya konvansiyonel tê dayîn. Kesê ku li gorî vê belgeyê statûya penaberiyê wergirtibe, xwediyê maf û berpirsiyariyên hema hema bi qasî maf û berpirsiyariyên welatiyekî Ermenîstanê ye. Li Navenda Entegrasyonê ya Daîreya Koçê, kesên ku ji bo salekê, carna jî dirêjtir statuya penaberiyê wergirtine, îmkana wan heye ku bêperê bijîn.


Li gorî Daîreya Koçê ya Ermenîstanê heta 8ê Nîsanê 90 welatiyên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ji bo li Ermenîstanê bi awayekî qanûnî bixebitin serî li malpera workpermit.am dane. Piraniya serlêderan rûs in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button