SocietyTop

Bona welatiyên çend welatan wê destûr nedin ku bikevin Ermenistanê: Avanêsyan

Wezîra Tenduristiyê ya Komera Ermenistanê Anahît Avanêsyan di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji çend welatan hatina Komera Ermenistanê wê demkî were qedexekirin.

“Em nûçeyên xemgîn distînin ku enfeksiyona koronavirus berdewam dike mutasyon, cureyên nû têne kifş kirin, ku ji yên berê ji hêla çalakiya xwe ya belavbûnê ve cûda dibin. Avanêsyan wiha got: “Binecureyên ‘omîkron’ ên ku li Afrîkaya Başûr tên dîtin nêzî 50 mutasyonan hildigirin.”

Li gorî wezîr, pêkhateya nû ya qedexeyan wê heya dawiya rojê were zanîn.

“Em pêşbîn dikin ku bi demkî ketina hemwelatiyên ji Afrîkaya Başûr, Komara Botswana, Keyaniya Lesoto, Komara Namîbya, Mozambîk, Madagaskar û Tanzanya sînordar bikin”,- xeberdana xwe de got Avanêsyan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button