PoliticsTop

Nirxandinên siyasî li ser nebûna nirxandina siyasî

Her çend di lûtkeya RPEK de ku di 23ê Çiriya Peşîn de li Êrîvanê hat derbaskirin, nirxandineke siyasî li ser êrîşa Îlonê de ji alyê Azerbaycanê ya li dijî Ermenîstanê, ku hêviya sereke ya aliyên Ermenî bû, nehate kirin jî, serokwezîr Nîkol Paşînyan gotûbêjên li Êrîvanê ji dil û erênî dinirxîne.

Serokwezîrê Ermenîstanê deklerasyona RPEK û pêşnûmeya biryara tevdîrên hevpar ên ji bo piştgiriya welatê me îmze nekir. Ermenistan hêvî dike ku ew ê piştî guhertinê bêne îmze kirin. Alî eşkere nakin ka çi peyvên taybet hebûn û çi pêşniyar hatin kirin.

Nebûna berteka siyasî li Ermenîstanê bûye sebebê bertekên cuda. Oposîtîon desthilatdariyê sûcdar dike, desthilatdarî ji rêxistinê hêviya sererastkirinê dike.

Gotûbêjên çend saetan ne Ermenîstan û ne jî RPEK razî nekir, lê her du alî hêvî dikin ku gihîştina lihevkirinê hîn jî gengaz be.

Ermenîstanê îmzakirina deklerasyona RPEK red kir, ji ber ku dihat çaverêkirin ku ew nirxandina siyasî ya sazûmanê ya di derbarê dagirkirina Azerbeycanê ya ser axa welatê me ya serwer de piştrast bike. Pêşnûmeya biryara tedbîrên hevpar ên ji bo alîkariya Ermenîstanê jî nehat îmzekirin. Sekreterê Giştî yê RPEK Stanîslav Zas, encamên lûtkeyê kurt kir û diyar kir ku belgeya alîkariyê hema hema amade ye, lê divê ji nû ve bê sererastkirin: piştî vekolînê dê pêşkêşî serokên welatên endamên RPEK bê kirin.

Ermenîstanê ji ber nebûna nirxandineke siyasî ya tifaqê ev belge îmze nekir, serokwezîrê Ermenîstanê eşkere dike, lê di heman demê de destnîşan dike ku her çend ne pêkan bû, ku lihevkirinek giştî pêk were, lê ev nayê wê wateyê ku nîqaş bêbandor bû.

Deklerasyon ji 17 xalan pêk dihat, naveroka wê ne berfireh bû, tenê hate gotin ku du xal ji bo aliyê Ermenî pirsgirêk in.

Piştre berdevkê çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê jî li ser mijarê axivî. Dmîtrî Peskov anî ziman ku serokên RPEK li ser mijara dirêjkirina mîsyona aşitiyê ya li Qerebaxê gotûbêj kirine. “Ev mijar di atmosferek pir ji dil û rasterast û avaker de hat destgirtin, lê hûrgiliyên heta niha li ser nehatine lihevkirin hene, mijar di rojevê de ye.

Berdevkê Pûtîn jî anî ziman ku di wê baweriyê de ye, ku Ermenîstan wê di nav RPEK de bimîne.

Notên li ser platformên siyasî vekirîtir in. Serokê Meclisa Netewî Alen Sîmonyan nêzîkatiya RPEK ya ji nirxandina siyasî pêkenok bi nav dike.

Li gorî Serokê Meclisa Neteweyî, hebûna leşkerî ya RPEK bi mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê re nayê berhewkirin, ji ber ku wezîfeya wan a sîasî heye. Tevî vê yekê jî, li gorî Alen Simonyan hebûna wan rêgir e. Serokê Meclisa Neteweyî hêvî dike ku dema şandina çavdêrên Yekîtiya Ewropayê were dirêjkirin.

Di derbarê gulebarana bê rawestan a li ser sînor de jî, li gorî serokê Meclisa Neteweyî, armanca wan jî biçûkxistina mîsyona çavdêriyê ya YE ye.

Serokê Fraksyona “Ez bi rûmet im” Hayk Mamîjanyan, ji ber ku nirxandineke zelal a siyasî ya li ser êrîşa alyê Azerbeycanê ve RPEK nedaye, rayedaran sûcdar dike û bertekên pêkhateyên piştî şerê 4 rojan ê sala 2016’an bi bîr dixe. Parlamenter dibêje, ew ji nêzîkatiya îro gelekî cuda ye.

Li gorî parlamenterê opozisyonê, pêkhate û armancên wan nehatine guhertin, kes hatine guhertin, ji ber wê jî nêzîkatî hatine guhertin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button