H’alê Ermenîstanêda h’ökömkirinê þöxölê wî welatîyî höndör’e. Ûr’isêt dixweze, wekî h’al çiqasî îht’îmale zû serr’astve. Derheqa vê yekêda îro Andrêy R’ûdênkoyê dewsgirtîyê wezîrê T’Û-êîyî K’De’lamkirîye- bi dayîna cava pirsa TASS-ê.
“Em ewê t’emaþedikin çawka þöxölê Ermenîstanêyî höndör’. Em t’ev wan pêvajoya navin û derbazî t’ö alîkî navin. Em dixwezin, wekî h’al bi îht’îmalî zû serr’astve, çimkî ewê k’arê bide giþta”,- ewî gotîye.
“Gömana Ûr’isêtê heye, wekî h’alê QÇ’-da tûjneve”,- R’ûdênko gotîye. “Me göman heye- wê negihîje wê yekê”,- ê dîwannas gotîye- bi dayîna cava pirsa angor.
Ermenîstanêda borana sîasîyê ij wê yekê destpêbûye, çaxê 25-ê meha sivatê Onîk Gasparyanê midîrê þtaba Qewatê sîlih’bûîye sereke û t’eþkîla fermandarîêye herebilind de’wa t’erkdayîna Nîkol P’aþînaynê serekwezîr kirîye. Serekwezîr ew qîmetkirîye çawa cêr’ibandina welger’andinê û idî cara döda Armên Sargsyanê serekwezîrê CE-r’a ort’eçîtî þandîye derheqa dûrxistina midîrê Þtaba serekeda.