All NewsTop

“Em nêrîna Paşîniyan  pareve dikin.” Klaar li ser Xaçerêyên Aştiyê

Ez wisa difikirim ku nêrîna Serokwezîr Paşînyan ya di derbarê rê û rêyên hesinî yên ku welatan digihîne hev, tiştekî ku em bi tevahî parve dikin. Nûnerê taybet ê YEyê yê ji bo krîza li Kafkasya Başûr û Gurcistanê Toîvo Klaar di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress”ê, behsa projeya “Xaçerêya aştiyê” ya ku ji aliyê rayedarên Ermenistanê va hatiye pêşniyarkirinê, kirîe.

“Em bi temamî vîzyona Kafkasyaya Başûr a vekirî parve dikin, ku tê de girêdanên hesinî û rê vekirî ne û welat ji nû ve têne yek kirin, mîna ku di dawiya serdema Yekîtiya Sovyetê de û hêj bêtir. Gere rê û rêyên hesinî yên ji bo Tirkiyê û helbet Îran ku ji niha ve wisa ye jî vekirî bin.

Bi vî rengî em pêşerojê dibînin, bê guman, nêrîna me ya ji bo Kafkasyaya Başûr a aştiyane ev e ku ev girêdanên veguheztinê dîsa vebin, û bazirganî heye, mirov hene ku li ser sînorên cûda rêwîtiyê dikin, “wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button