TopWorld

Di nava du hefteyan de şeş Êzîdî li kampên awareyan li Iraqê xwekuştin

Tenê di heyama du hefteyên borî de, 6 welatiyên êzîdî li kampên awareyên Iraqê xwe kuştine û hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti planeke wan nîne ku alîkariya penaberên êzîdî di warê xizmetguzariyên serekî yên jiyanê de bikin, daku rê li ber bûyerên wiha venekin.

Zêdetirî 12,000 Êzdiyên aware li kampên Bêrsiv 1 û Bêrsiv 2 hene, piraniya wan ji navçeya Şingalê, li rojavayê parêzgeha Nînewayê ne.

Wek penaberekî êzîdî yê ku xwest navê wî neyê eşkerekirin got, “jiyana li kampan nayê tehemûlkirin, zêdeyî 8 sal in em li kampan dijîn, yan jî xerabtir jî, em di konan de dijîn ku germahiya wan havînê digihîje +50, û di zivistanê de – 35. Mazot, av, ceyran, kanalîzasyon, xwarin, alîkariya bijişkî tune ye, hemû alîkariyên mirovî tên dizîn, hema tiştek nagihîje me. Ji bo siberojê ti hêviyek ji bo cihalên me nîn e, em li van wargehan bi mirineke hêdî lê teqez dimirin.

Li gor zanyariyên çavdêriya KerkûkNow, ji destpêka îsal heta 16ê Gulanê, zêdetirî 17 haletên xwekuştinê di nav Êzdiyan de li kampên Dihokê û herwiha li Şingalê hatine tomarkirin, ku 11 ji wan jin û 6 jî mêr in. Di heman demê de zêdetirî 10 welatiyên Êzidî hatin kujtin.

Êzdî ji sedî 30ê tevaya 664,000 awareyên Kurdistanê ne, û şer û pevçûnên çekdarî yên ku di destpêka vê mehê de li Şingalê qewimîn, bû sedema ku nêzîkî 2,000 malbat vegerin kampan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button