PoliticsTop

Mîrzoyan û Blînken li ser destpêkirina hevdîtinên Ermenîstan û Azerbaycanê yên li ser peymana aştiyê, nêrînên xwe dan hev

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê der barê hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Anthony Blînken de agahî da.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku ji bo serdaneke xebatê li Amerîkayê ye, di 2yê Gulanê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blînken re hevdîtinek pêk anî.

Ararat Mîrzoyan bi boneya 30 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk di navbera Ermenistan û Amerîkayê de pîrozbahî li Blînken kir û kêfxweşiya xwe ji asta heyî ya diyaloga siyasî ya di navbera Ermenistan û Amerîkayê de nîşan da.

Hate balkişandin,ku di salên dawî de welatan li ser esasê nirxên hevpar ên demokrasiyê, parastina mafên mirovan û dewleta hiqûqê hevkariyek ava kirine . Ararat Mîrzoyan diyar kir ku ji bo xurtkirina demokrasiyê, geşepêdana domdar û têkoşîna li dijî gendeliyê piştgiriya ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve ji Ermenîstanê re hatiye dayîn, gelekî girîng e. Anthony Blînken reformên demokratîk ên ku li Ermenîstanê têne kirin bilind nirxand û tekezî li ser piştgirîya berdewam ya alîyê Amerîkî ji wê proseyê re kir.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya jinûve destpêkirina xebatên hevbeş di çarçoveya diyaloga stratejîk a Ermenî-Amerîkî de kirin, ku civîna dawî ya wê di 3ê Gulanê de li Washingtonê were lidarxistin.

Derbarê geşepêdana hevkariyê di warên berjewendiya dualî de, gotûbêj hatin kirin. Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê bal kişande ser wê yekê ku pêwîstiya kûrkirina peywendiyên bazirganî û aborî bi Amerîkayê re heye û destnîşan kir, ku ji bo berfirehkirina hevkariyên ermenî-amerîkî di warên teknolojiyên bilind ên agahdariyan, enerjî, darayî, bankî, firokevaniya sivîl, aboriya kesk û warên din de derfetên girîng hene.

Ararat Mîrzoyan diyar kir ku helwesta prensîb a Amerîkayê ya ji bo naskirina Qirkirina Ermeniyan gelekî girîng e.

Wan li ser mijarên girêdayî ewlehî û aramiya navneteweyî û herêmî jî axivîn. Wezîr Ararat Mîrzoyan bal kişand ser girîngîya hewildanên navbeynkarîyê yên Emerîkayê ji bo çareserkirina aştiyane ya kêşeya Qerebaxê wek dewletek hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE.

Ararat Mîrzoyan kiryarên Azerbaycanê yên ji bo çêkirina qeyraneke mirovî li Artsaxê pêşkêşî Anthony Blînken kir.

Wezîr Mîrzoyan li ser geşedanên pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Tirkiyê de jî agahî da.

Di dawiya hevdîtinê de Ararat Mîrzoyan û Anthony Blînken di navbera Ermenistan û Amerîkayê de peymaneke lihevkirinê “Hevkarî û Pevguhertina Agahiyên Teknîkî di Qada Ewlekariya Nukleerê de”
îmze kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button