All NewsTop

Li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî, mafê Ermenîstanê heye ku bi her awayî bikaranîna hêzê li dijî yekparçeyiya axa xwe red bike

Îro 16 çirya paşin hêzên çekdar ên Azerbaycanê li aliyê rojhilatê sînorê Komara Ermenîstanê êrîş kirin û êrîşî xaka serweriya Komara Ermenistanê kirin. Operasyonên êrişî yên aliyê Azerbaycanê bû sedema ziyanên mirovî. Ev êrîşa dawî berdewamiya siyaseta zordar a aliyê Azerbaycanê ji bo dagîrkirina navçeyên Komara Ermenistanê ye, ku di 12ê Gulana îsal de bi ketina hêzên çekdar ên Azerbaycanê bo navçên Syûnîk û Gêgirkûnîkê dest pê kir.

Bi van kiryaran, Azerbaycan daxuyaniya sêalî ya 9ê çirya paşin binpê dike, ji ber ku aliyê Azerbaycanê ji navçeyên ku di encama cîbicîkirina wê daxuyaniyê de derbasî aliyê Azerbaycanê bûne, dest bi êrîşan li dijî Komara Ermenistanê dike.

Komara Ermenîstanê, li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî, mafê wê heye ku bi her awayî bikaranîna hêzê li dijî yekparçeyiya axa xwe û serweriya xwe paşve bixe.

Em bang li civaka navneteweyî, hevkarên xwe yên navneteweyî, Federasyona Rûsyayê, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, Hevserokên Koma Mînskê ya OSCE, Hevserokan dikin ku bi zelalî bersivê bidin van kiryarên aliyê Azerbaycanê yên ku ewlehiyê bi awayekî cidî dixe metirsiyê. ji bo nehiştina wan gavên karîger bavêjin.Di arasteya vekişîna bê şert û merc û tam a hêzên çekdar ên Azerbaycanê de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button