Kazakistan û Ermenistan ne tenê şirîkên nêzik in, lê di heman demê de welatên hevkar in jî, me bi sedsalan nirxên xwe yên rêzgirtin û piştgirîya hev parastiye, her çend ziman û olên me ji hev cuda bin. Wezîrê Karên Derve yê Komara Qazaxistanê Mûrad Nûrtêlû di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re axivî.
“Ji bo me Yêrêvan hem di nav welatên Hevbeş û hem jî li Kafkasya Başûr roleke taybet dilîze.
Mûrad Nûrtêlû her wiha bal kişande ser wê yekê ku helwêstên Kazakistan û Ermenistanê li hember hin pêvajo û kêşeyên navneteweyî nêzîkî hev in û gelek caran nêrîn li hev tên.