Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE Myûnxênêda goveka h’emcivata bêqezîabûnêda e’ne’nekirina derheqa pirsgirêka Qerebag’a Ç’îaye t’ev Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê ya bi me’na fitildayînê h’esavdike. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda P’aþînyan nav pirsqisê got, k’îjan da hevaltîya dûrdîtinoka civakî. “Ez difikirim, wekî me’na wê r’asthatinêye fitildayînê heye. Meha sala 2018-aye gölanêda Adrbêcan dicêr’bîne t’emamîya civaka ort’emiletîîyê bide qanekirinê, wekî pirsa Qerebag’êda semt’girîya Ermenîstanêye avanekirinê heye. Ewê xeverdanê ze’f safî nîþanî civaka ort’emiletîyê da, wekî pirsa Qerebag’êda semt’girîya Ermenîstanêye avakirinê heye, lê pirsa Qerebag’êda semt’girîya Adrbêcanêye avanekirinê, h’etanî h’eylo r’asîzmê heye. Eva enêcama hereferze”,- P’aþînyan got. Serekwezîr da k’ivþê, wekî encama dödaye hereferz ewe, wekî ewî sozekî herîferz, k’îjan dabû cime’ta ermenîya, xwexa birîye sêrî. “Min gotîye, wekî ij cime’ta CE pêvajoya pirsa Qerebag’êye hevr’axeverdanada t’ö sör’eke min wê t’ineve. Ew we’de derbazbûye, çaxê qelfa xebîraye kêmber qinyatê pirsa Qerebag’ê bin qolê xweda wê xweyke. T’emamîya cime’ta ermenîya gere haþ qinyatê pirsa Qerebag’ê heve”,- serekwezîr da k’ivþê. Nîkol P’aþînyan serda zêdekir, wekî axirîya r’asthatinêda tiþtekî ze’f ferz qewimîye. “Serecema pirsa Qerebag’êye hvr’axeverdanaye t’eze pêktê, k’îjanê ez þertî navdikim ya Myûnxênê”,- P’aþînyan got. 15-ê meha sivatê goveka h’emcivata Myûnxênêye bêqezîabûnêda e’ne’nekirina derheqa pirsgirêka Qerebag’a Çîyada qewimî, t’ev k’îjanê bûn Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE û Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê.
Related Articles
Ermenîstanê û Adrbêcanê Almat’îêda t’evbûna hevr’axeverdanada erêkirîye: wezareta Qazaxistanêye K’D
02.05.2024, 14:04
Benka h’emdinîayê qerzê 116 mln dolarê CE-va hinartî- ê wergöhastinava hinartî, erêkirîye
02.05.2024, 13:03
Fermandarîya NATO-êye KFOR-ê qölixa k’oma e’skerê ermenîye Kosovoyêda bilind qîmetkirîye
02.05.2024, 12:02
Ьса жи сахтикьн
Close