Xeleqê fînansîêye ort’emletîyê neh’îêda cara pêþin avakirina merh’ela te’vê wê p’erekin. Dîmîtrî Gvîndazêyê serk’arê wek’îlxana Benka t’ecdîdkirinê û pêþdaçûyînêye avropîyî Ermenîstanêda qisa çapgerîyêda got, wekî Benka t’ecdîdkirinê û pêþdaçûyînêye avropî mecala nav t’ivdîra Qafqasîya Ce’nûbêdaye ÿnêrgêtîka te’vêye heregirda mecala wê r’ik’inke. Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyê xwetimahiþtina CE-êye r’ik’inkirina zêdedike. Benkê t’ev Korporasîa fînansîêye ort’emiletîyê r’ik’inkirinê nav merh’ela “Masrîk 1”-e te’vê bike, k’îjan xeleqa Benka h’emdinîaêye r’ikinkirinaye. “Emê cara pêþin nav t’ivdîra hemane Qafqasîaêda mecala r’ik’inkin û em difikirin, wekî Ermenîstanêda mecalê pêþdabirina ÿnêrgêtîka te’vêye din jî hene. Emê dîna xwe bidine t’ivdîrê îht’îmal û em hazirin wana p’erekin”,- Gvîndazê got. Em bînne bîr, wekî havîna sala 2018-a destbi avakirina merh’ela “Masrîk 1” kirine. Ber kevîya gola Sêvanê t’opraxa bi întênsîvîya tîrêncdayîna te’vêye bilind hatîye bijartinê. Ew bi lecê konsorsîûma nîdêrland-îspanî stendîye (hevaltîyê ŸfArVî û ŸfŸsŸl-ê), k’îjanê qîmetê herînimiz r’aberî dewletê kirîye- seva kîlovat seh’etekê serîbinî 4,2 sênt (weke 20 dram). Zoraya merh’elê wê 55 mêgavatve.
Related Articles
Ermenîstanê pêşniyarên Azerbaycanê yên li ser pêşnûmeya peymana aştiyê wergirt. Wezareta Derve ya Ermenîstanê
29.04.2024, 11:22
Nîkol Paşînyan û Ênthonî Blînkên li ser mijarên pêvajoya aştiyê yên Ermenistan û Azerbaycanê axivîne
29.04.2024, 10:22
Ьса жи сахтикьн
Close