PoliticsTop

Sedrê þêwirxana CE: Em isa jî t’omrîbûna Ûr’isêtê nasdikin

Berxwedik’evim, wekî wexta xeverdana derheqa xêrxwezîya cime’tê ermenî û ûr’isda barê cömlek K’omköjîya ermenîya nayê bîranînê. Hevalk’arê derheqa xêrxwezîyêda xeverdidin, derheqa K’omköjîya ermenîyada tiþtekî nanivîsin. Baþ, ez xiravim. Lê xêrxwezîya bi dewr û zemana k’ö indabû? Ev fikir Alên Sîmonyanê sedrê þêwirxana Ermenîstanê nav qisa t’ev r’ojne’mevana dane sewtkirinê.

Çi dimîne bona ne’ma Matvînêkoya sedra þêwra T’ifaqîyê ya T’Û-ye sedrê þêwirxana Ermenîstanêva hinartî, Sîmonyan daye bawerkirinê, wekî ne’me hila hê nestendîye. “Çaxê ne’me bigihîje, emê serwextvin, k’a wira çi nivîsare.  sernivîsara Konfêransê xeverê “dak’ötana net’êye li Ûr’isêtê…” werdigirt. Min xevera “net’ê” qestbende tê berda, wekî ez nek’evme k’ir’ê wan. Lê k’êlma minda tiþtek t’inebû, wekî hink’ûfî heqê ortemiletîyê nînve, angorî e’lametî û þertne’mê wane qolkirî nînbûya. Çîye? semt’girîya Ermenîstanê ewe, wekî Ermenîstan t’omerîbûna t’opraxa Moldovayê, Görcistanê, Ûkraînayê, Qibrisê nasnake? Min tiþtekî t’eze gotîye? H’etta Bêlar’ûsê ew t’oprax nasnekirine, k’îjana Ûr’isêt navdike t’opraxê xweye t’ezee. T’irkîaê jî nasnekirîye. Lê çima? … Sedrê T’irkîayê derheqa wê yekêda xeverdide, mexsûs  dide k’ivþê, wekî Qirîmê jî nasnake. Ez dixwezim serwextvim- qewat t’enê meda diçe? Na, pirsgirêk ewe, wekî ew serwextnavin, wekî Ermenîstan gere çawa dewleta serbest pêþda bê. Nafikirin, wekî Ermenîstan dewleta serbeste.

Bi gotna wî, seva wan (alîyê ûr’isa) divke ya têr’anedîtîbû, wekî Ermenîstanêda h’ökömeta bijartî heye. “Lê ez sedrê þêwirxanêyî bijartîme”,- Sîmonyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button