PoliticsTop

T’irkê sîasînas: ”T’irkîaêda ermenî çawa dijmin têne qebûlkirinê, bawerbike t’emamîya  îzger’îya wê yekê didine k’ivþê”

Pirsgirêkê T’irkîayê t’ev  welatê neh’îêye isa, çawa Libnan, Misir, Sûrîa, I’raqin, ewqasî levpiç’ikîne, wekî îht’îmal nîne niha serr’astkirina t’am ewlekin.

         Nav qisa t’ev “Ermenîhabêr.am”-ê Cêngîz Ak’t’arê sîasînasê t’irk, r’ojne’mevan, profêsorê zanîngeha At’ênk’ê fikra heman e’lamkir- bi dayîna cava wê pirsê, k’a Ankara dicêr’bîne pirsgirêkê çi cûr’eyî safîke- we’delî bi derbazbûna li sîasîya “sifir pirsgirêk t’ev der-cînara” û  bi destpêkirina pêvajoyê serr’satkirinê t’ev welatê neh’îyê, çawa Israîl, Misir, Sûrîa, Ermenîstan û ê dinin.

         “T’ev welatê neh’îyêye  isa, çawa Lîbîa, Misir, Sûrîa, Îraq, Ermenîstanin, pirsgirêkê T’irkîayê hene. Vê gavê gavê serr’astkirinê dike, dicêr’bîne bike. Delîva Ermenîstanê h’evekî wekî dine, lê pirsgirêkê T’irkîaêye t’ev welatê dinê ewqasî çetin, levpiç’ikîne û idî ewqasî xeysetê xronîkîyê stendine, wekî îht’îmal nîne isa safîkin, çawa  hîvîdarîya wê heye, Ankara dice’dîne”,- Ak’t’arê profêsor da k’ivþê.         Bi cödakirina gilî bi mesela Sûrîyayê- Ak’t’ar da k’ivþê, wekî Demiþq erênî cava wê gava  Ankarayê dide- lê binxetdike,  wekî berî xeverdanê T’irkîa e’skera ij Sûrîayê gere derxe derva. “Lê wira e’skerê p’ir’hejmar hene, 40 h’ezar e’sker hene, cîhadîstê p’ir’hejmar hene, T’irkîa wan cîhadîsta qinyatdike, wê çawave?, wê çawa bike?, yanî îht’îmal nine, ze’f-ze’f çetine”,- ewî da k’ivþê.

         Bi xeverdana derheqa eleqetê Misir-T’irkîada- t’irkê sîasînas göhdarî vexwende ser wê de’wa Misirê,  k’îjan isa jî Yûnanstanê pêþda dik’þand. Gilî derheqa serr’astkirina eleqetaye t’ev Lîbîyayê û derxistina e’skera, xwestinê net’êkirina hevr’aqayîlne’ma sînorê be’rêdaye- Ankarayêva hinartî.

         “Îht’îmal nîne, wekî Ankara wana biqedîne. Seva wê gere qesta werghöastina sîasîêye seranser bike. Dest û p’ê girêdayîne. Divêjin, wekî qewata xweye e’skerîyê ij Lîbîyayê derxe, lê T’irkîa bi wî þöxölî cemê qazincdike, ber Lîbîaêda cîwarbûyî xweykirina e’skerê xwe cemê distîne. Bi e’ynî cûr’eyî jî, lap îht’îmale, ij Adrbêcanê cemê distîne. Yanî- þertne’ma T’irkîa-Adrbêcane e’skerîyê  nikare þertne’ma bêheqve. Ew þertne’ma seva “ç’e’v, birûyê adrbêcanîyaye belek” morbûyî nîne, îht’îmal nîne, wekî isave, çimkî T’irkîa wira xizmeta e’skerîyê dike”,- ê sîasînas t’exmînkir.

         Bi xeverdana isa jî derheqa wê pirsêda, k’a cime’ta T’irkîayê pêvajoyê serr’astkirina Ankarayêye destpêkirîda çi difikire- Ak’t’ar da k’ivþê, wekî cime’ta sade h’îmlî lap haþ pêvajoyê derekeye sîasîyê t’ine.

         “Çawa bawerbike t’emamîya welatê mezinda, lê T’irkîya welatê mezine, cime’t h’îmlî ij sîasîya dereke serwextnave, nizane. Mesele,  h’erke T’irkîaêda îro hîvîkî ser xerîtê Adrbêcanê bidne k’ivþê, gelekê nikarvin. Wê nikarvin Ermenîstanê jî bidine k’ivþê, çimkî nizanin k’îderêye. Mesele, Qibrisêva girêdayî berê delîva qewimî hebû, çaxê Qibris ser xerîtê be’ra R’eþda dabûne k’ivþê. Nizanin, lê T’irkîaêda cime’t seva þîretk’arîya miletçîtîyê ze’f vekirîye.          Em delîva serr’astkirina t’ev Ermenîstanê t’emaþekin. Mesele, he’rke yek r’ave ser xwe û bêje, wekî nelazime t’ev Ermenîstanê sînor vekin, yekê t’ineve, ê kö wekî din bêje. Nöxteke isaye h’esîndar heye. Encameke înk’arkirina K’omköjîya ermenîyaye hereziyandar hima T’irkîaêda nêzîkbûna neyênîye nisbetî ermenîyaye. H’îmlî ermenî çawa dijmin qebûldivin, her t’enê ermenî nînin, isa jî yûnanî û wekî din. Çimkî seva ya nisbetî kirî r’ûhevdök’etin nebûye, tiþtekî nizanin, h’emû tiþtî bere’k’s zanin”,- ê sîasînas binxetkir.                     

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button