All NewsTop

Pûtîn û Paşînyan demek nêzîk da wê karibin bi hevra ser hemû pirsan gotûbêj bikin. Dmîtrî Pêskov

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmîtrîy Pêskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dê di demeke kurt de bi xwe li ser pirsên cuda gotûbêj bikin, di nav wan da vekişîna nobedarên sînor ên Rûsyayê ji herêma Tavûşê.

Ev yek ji hêla “RIA Novosti” ve li ser gotinên Pêskov ragihandîe.

Pêskov bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan a der barê vekişîna noqteyên cerdevaniyê yên Rûsyayê yên li herêma Tavûşê de, diyar kir ku di vî warî da ti sînyalên ji aliyê Ermenîstanê ve nehatine dayîn.

“Em hêvî dikin ku di demek kurt de Serok Pûtîn û Serokwezîr Paşînyan fersenda wan hebe ku bi xwe li ser van pirsan û heke hewce bike pirsên din ên aktuel nîqaş bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button