PoliticsTop

Baydên cangorîyê K’omköjîya ermnîya tîne bîr, qedrê meh’kemîya cime’ta ermenîya digre

Îro em r’adiwestin e’mrê wexta Qir’a Mezin- K’omköjîya ermjnîya indakirî bînne bîr, û em sozê xweyî t’ö wexta bîrnekirinê t’ecdîddikin, Co Baydênê sedrê WAY gilîyê xweyî r’oja bîranîna Ermenîyava girêdayîda gotîye.

“Zalimtî 24-ê meha sala 1915-aye nîsanê destpêbû, çaxê derge-dîwanê Kostandnûpolsêda fikirdar û serk’arê  ÿla ermenîya k’elepçekirin. R’oj, mehe û salê peyr’a mîlîonnîvek ermenî hatne cîr’aqetandinê, qir’bûn yan bi r’êva mirin- mal dayîm þikestî, û nisil dayîm hatne göhastinê”,- Baydên gotîye.                                                  “Çaxê em þîna vê zölmê dikin, em isa jî qedrê meh’kemîya cime’ta ermenîya digrin. Ê dîtî pey berxwedana serîkî t’arîxa mervayêyî herîte’rîr’a destpêkirin pêþer’oja diha baþ seva dinîya me avakin. Bi xörtîyê û xwep’êþk’êþkirinê wana e’mrê xwe veçêkir. Ew miqatî medenyeta xwe bûne. Wana xeleqa mileta t’emamîya dinîaêda meh’kemkir, nav wê hejmarê- ya me. Û wana serhatîyê xwe gilîkir- seva ewlekirinê, wekî 109 sala pêþda beyantîyê seransere wê r’ojê destpêbûyî qet  t’ö wexta newek’ilin”,- sedir  dûmandîye.

“Eva dimîne sonda meye bi heytehol. Îro û herr’o Wîlayet’ê Yekbûyî wê bidûmîne miqatî heqê mêrivve û miqabilî neberbihêrîyê pêþdba bê. Emê bidûmînin bi göman û qenckirina nefretê û sawê r’astî hev bên. Û emê bidûmînin r’ex wan giþta bisekinin,  ê kö pêþer’ojê diger’in, k’îderê t’emam dikarin bi r’ûmetê, bi ewlebûnê û bi qedir bijîn”,- Co Baydên e’lamkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button