
Berî r’ûniþtina h’ökömetêye bi sirê N. P’aþînyanê serekwezîr paþda veger’yaye ser e’lametîyê sedrê Adrbêcanêye xilazîyê û gefxwerinê Ermenîstanêva hinartî. K’êlma bawerbike nîv seh’etêda serekwezîrê Ermdnîstanê h’esavkirîye, k’a sedrê Adrbêcanê çi p’evk’etin t’er’ibandine. Gilî hr t’enê derheqa e’lametîya 9-ê meha sala 2020-îye çirîya paþinda nîne. Bêqirar isa jî e’lametîya 10 r’oja pêþda encama r’asthatina Soçîêye sêalîda qebûlbûyîda, isa jî p’evk’etinê Bryûsêlê û Prahayê hatne t’er’ibandinê.
Balkêþe, wekî gefxwerinê E’lîêv wî çaxî sewtbûne, ij WAY wezîrê k’arê dere Waþîngt’onêda bi pêþdestîya k’atvê wî welatîyî dîwanî r’astî hevdö hatî hila hê paþda veneger’yabûn. Mîrozoyan û Bayramov p’evk’etibûn pêvajoya hevr’axeverdana lezbêxin, lê gefxwerinê E’lîêv, bi gotna P’aþînyan, derheqa têr’adîtina k’ömköjîya t ‘ezeda divêjin.
Ermjnîstanê r’okê pêþda þaxê pêþdanînaye t’ezebûyî t’ehwîlî Adrbêcanê kirine- N. P’aþînyanê serekwezîr erêdike û þirovedike, wekî serecema wan bêsîlih’kirina sînorê ermenî-adrbêcanîye.
“Bi kirina pêþdanînê e’skera ij sînorê sala 1991-ê erêbûyî paþda bik’þînin, ij herdö alîyê sînor bi e’frandina govka 3 kîlomêtrêye bêsîlih’bûyî. Qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyî ij t’emamîya p’arê t’opraxa CE-ye serbeste okûpasîabûyî gere bêne derxistinê, û ev semt’girîa me t’ö wexta û t’ö cûr’eyî wê t’esmîlî göhastinê neve”.
Pêþdanîneke dine e’frandina goveka bêsîlih’bûyî QÇ’-va tê girêdanê. Bi gilîê P’aþînyan- pêþdanîn ewî hila hê 31-ê meha çirîya pêþin wexta r’asthatina Soçîyê kirîye.
“Min pêþdanîna derge-dîwanê QÇ’-ye bi vê t’êmayê t’emsîlkirîye: dora QÇ’ bi k’efîlê ort’emiletîyê goveka bêsîlih’bûyî bie’frînin. Ew pêþdanîn, ez difikirim, didûmîne qewatêda bimîne. QÇ’-da OX heye, hilbet ew astenga cidîye bona birina sîasîya k’omköjîyê li sêrî,.
Dö pêþdanînê vê pirsgirêkêva girêdayî Adrbêcanê idî nanakirîye. P’evk’etina meha sala 2021-êye k’anûna pêþin p’eydakirî, angorî k’îjanê, p’arê here bi qezîyada paþdak’iþandina e’skeraye e’yneyî gere bihata mîaserkirinê, ew isa jî neçû sêrî. Pêþdanîna dinê Adrbêcanê 6-ê meha çirîya pêþin Prahayêda înk’arkirîye. Ermenîstanê pêþdanîn kiribû r’esûltîya nihêr’vanîyê biþînne li QÇ’- israrkirinê adrbêcanîye derheqa hazirîya qewatê Ermenîstanêye sîlih’bûîye li wira safîkin.
Niha Adrbêcan dicêr’bîne t’esîrê bie’frîne, wekî Ermenîstan r’êjîma agirr’awestinê heycar dit’er’bîne. Serekwezîrê Ermenîstanê wî cûr’ê þöxöl idî nas û ê têderxistinê wesifdike. Bi h’esavhildana cêr’ibandina berê- diwek’lîne, wekî belakirina salixê hemane deg’el dive pêþxevera agrêsîa t’eze.
Îro idî p’ara r’ohlatêda ya govka sînorê ermenî-adrbêcanîda qeleça þer’vanîyêda cîwarbûyîda ij agirkirina adrbêcanî qölixçîyê ermenîyî e’skerîyê xedar birîndarbûye.
Van çend r’ojê xilazîyêda sedrê Adrbêcanê p’evk’etinê serîbinî deh r’oja pêþda p’eydakirî bêqirar t’er’ibandîye. Saxî- hevr’aqayîlîyê r’asthatina Soçîêye sêalî nivîsarbûn, wanda isa jî de’wa bêt’eref mayîna ij xevtandina qewatê û gefxwerina xevtandina qewatê hebû.
“Serk’arê Adrbêcanê derheqa temê nisbetî t’oprpaxa CE-êye serbestda dike dengî- bi xevtandina navê cêrge misk’enê Ermenîstanê û navê din- bi xevtandina gefxwerina- bi ce’dandina tirsk’arîkirina binelîyê e’dilî. H’erke em dîna xwe bidne k’êlmê sedrê Adrbêcanê, bi e’sasî, ew gefa giþta dixöe- T’Û, WAY, Fransîayê, Îranê, YA. Adrbêcan didûmîne isa jî p’êxemê pêvajoya serr’astkirina eleqetê Ermenîstanê û T’irkîaêxe, k’îjan bêþik, dikare alî meh’kemîya neh’îyê bike. R’ojeva global ÿnêrgêtîk Adrbêcan r’öh’darkirîye, lê ez isa jî difikrim, wekî we’deye, wekî civaka ort’emiletîyê bi hevk’arî mecalê konkrêt qebûlke- seva cûr’ê þöxölê Adrbêcanê, k’îjan seva e’dlayî, meh’kemî, bêqezîabûn, dêmokratîya neh’îyê bûye qezîya zêdebûnê”.
P’aþînyan îro seva t’ivdarekdîtina k’omköjîya ermenîyê QÇ’ k’ese E’lîêv gönek’arkirîye. Lê isa jî e’þiratî daye: h’erke yek difikire, wekî r’ojeva e’dlayê “e’dilî t ‘önekirina» ermenîyê CE yan QÇ’-ye, biêh’ed þaþdive.
H’al berember û govekê baþqe-baþqeda t’emsîlî hevalk’arê ort’emiletîyê dive. Wexta r’asthatina Vag’arþak Hakobyanê dewsgirtîyê sedrê encomana CM-ye miqîmîye pirsê neh’îyê û întêgrasîabûna Avroasîayê û Kazbêk Taysaêvê dewsgirtîyê sedrê encomana dûma Ûr’isêtêye dîwanye komîtêa pirsê T’DS, întêgrasîa Avroasîayê û p’evgirêdanê t’ev wet’enwara jî paþdaveger’ndina ser van pirsgirêka bûye. Vag’arþak Hakobyan: “H’alê axirîya agrêsîa Adrbêcanêye e’skerîêye miqabilî t’opraxa Ermenîstanêye serbestî h’ökömkirinê û pirsgirêkê Ermenîstanêye bêqezîabûnê t’emsîlî mêvan bûn. Derheqa sûck’arîyê Adrbêcanêye e’skerîyêda salixê hûrgilî hatne dayînê. Ferztîya t’omerîbûna t’opraxa CE, lê isa jî ij t’opraxa CE-ye serbest bêe’glekirin derxistina qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyî binxetbû”. Armên P’ambûxçyanê wezîrê H’S sirîya xweda dide bawerkirinê, wekî her e’melekî derge-dîwanê CE t’ev derge-dîwanê Arsaxê ösûldive.
“Ew pirs döalî têne e’ne’nekirinê. Derge-dîwanê Ermenîstanê t’ö e’melekî Arsaxêva girêdayî nakin, k’îjan t’ev derge-dîwanê Arsaxê nayê e’ne’nekirinê”.
Ÿdmon Marûk’yanê sefîreyê CE-yî bi sipartinê mexsûs jî belgê xweyî T’wît’êrêda paþda veger’yaye ser heycar t’er’ibandina e’lametîya sêalîye nav van herdö salê xilazîê. Seva ê sefîre bialkêþe, k’a k’efîl k’îjanin, wekî Adrbêcanê pey qolkirina þertne’ma e’dlayêye pêþer’ojêr’a careke din net’er’bîne û þaþ þirovenake.
Ê dîwannas diwek’ilîne, wekî Ermenîstanêr’a lap kêm ij þêwra T’MY-ye Bêqezîabûnê k’efîlê þertne’m a e’dlayê lazimin.