TopWorld

Hindistanê bi tena serê xwe beşdarbûna Azerbaycanê di civîna bilind a BRICS de asteng kir

Medyaya alîgirên hikûmetê Azerbaycanê, li ser zarê çavkaniyên xwe dîplomatîk, agahiya, ku rojnamevanê Yewnanî Pol Antonopûlos li ser Twitterê weşandiye, piştrast kir , ku Hindistanê bi tena serê xwe rê li beşdarbûna Azerbaycanê di lûtkeya dahatî ya BRICS (Brêzîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) wek mêvan asteng kir.

Lê divê bê zanîn ku ev ne cara yekem e ku Hindistan piştgiriya Azerbaycanê nake. Ji ber vê yekê, Bakû Hindistanê bi têkbirina ragihandina Tevgera Bêalî ya têkildarî êrîşa li ser balyozxaneya Azerbaycanê li Londonê tawanbar dike. Bûtanê jî piştgirî da heyeta Hindistanê.

Tam nayê zanîn ku çima Hindistanê li hember Azerbaycanê helwestek weha tund girtiye, lê dikare were texmîn kirin ku sedem pêşveçûna têkiliyên hevpeymaniyê di navbera Baku û Pakistanê de ye, nemaze di warê leşkerî de, ku nikare nebibe sedema nîgeraniyê li New Delhîyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button