SocietyTop

Angorî lazmaya qîmetbûyî ziyana agrêsîya Adrbêcanêye dayî wê bê t’ezmînkirinê

Banê ij leg’ma neyarê ziyanêk’etî, seva göhastina derî-bacîya, kirina baþkirina höndör’, wekî mal careke din bive ya lêjîyînê, h’ökömetê ij byûcêya dîwanî idî cem berdaye. Sê merzada- Gêg’aprk’ûnîkê’, Vayos Zorê û Syûnîk’êda bi 50 mln drama marzpêtaranê p’arevekin- angorî lazmaya qîmetbûyî. Dewsgirtîyê wezîrê war divêje-  eva dayîna lez, pêþin, lê ne ya xilazîyêye.

          Vaçê Têrtêryan

Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

          “Ew seva wê yekêye, wekî mecalê madeîye berbiç’e’v bikarivn mobîlîzasîakin- qûm, sêmênt, madeyê avakririnê, û wê xevatê bikin, seva kirina wê xevatê lazime, wekî meriv paþda veger’in, ew pêvajo me idî destpêkirîye”.

          10 r’oja pêþda agrêsîa adrbêcanî r’oja r’exsînora, isa jî göndê nêzîkî wane e’dilî t’er’iband. Pirsa k’omeka li binelîyê cîderxistîda, bi gotna Têrtêryan- marzpêtaranê derengînek’evin, dîdema wane e’wil heye,  ser t’extê dewsgirtîyê wezîr- fotoþiklê þe’detîya wanin. H etanî k’omê xevatê qîmetê ziyanêyî xilazîyê wê bidin, vê demê weke 193 mal ziyanê k’etine, ij k’îjana 60- seranser- nav wê hejmarê þênîyê r’exda, maþîne, xwelî û ne kö t’enê.

                    Vaçê Têrtêryan

Dewsgirtîyê wezîrê CE-yî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

“H’erke axrîya qîmetê p’êþezanîyêla safîve, wekî avayî, malhebûnê þexsî, ziyanêk’etine, k’îjan ê t’esmîlî t’ezekirina ç’ûk yan dasekinandina bi r’ik’inkirina nînin, yanî-  ziyan mezine, dêmek nisbetî wan nêzîkbûna din wê bê bijartinê”..

Ij agrêsîa adrbêcanî Gêg’ark’ûnîk’êda 12 misk’en ziyanê k’etine- ziyana lape giran Sot’k’ k’etîye. Vira 7 mal h’ewcê t’ezekirina h’îmvane, bi gilîyê marzpêt- seva wan byûcêya baþqe wê bê têr’adîtinê, lê xevata t’ezekirina meþêda idî serê hevtya dinêda wê destpêkin, malê ziyanêk’etî hindik nînin.

Karên Sargsyan

Marzpêtê Gêg’ark’ûnîk’ê

          “Bi h’alê vê demê weke 112 malê me hene, ziyana k’îjanaye sivk heye, hene binelî, ê kö dixwezin xwexa qewata xwe bidne xevatê, emê cemê bidin, ewê destanînê mîaserkin û bi qewata xwe wê çêkin, mal  hene, wekî cêr’ibandina wane t’eþkîlkirina xevatê t’ine û wê nikarvin, emê bicêr’bînin bi mecalê xwe alî bikin, wekî lez bidine dasekinandinê”.

          Karên Sargsyan da bawerkirinê- t’ev binelîya nav p’evgirêdana herr’one, cemê isa jî bi cûr’ê  alîk’arîyê bigihîje  malê ziyanêk’etî- seva r’azîkirina lazmayê e’wil. Salixê axirsongî vê gavê isa jî Syûnîk’êda t’omerîdivin, G’ûkasyanê marzpêt tehwîlkir:

          R’obêrt G’ûkasyan

Marzpêtê Syûnîk’ê

“Çend malê jîyînê û þênîk-dödê bi me’na civakî ziyanê k’etine,- lêbelê ziyana dinê heye, wekî h’etanî xilazîyê gere bê malmilk’nivîsarê”.

          Qap’anêda 5 misk’en, ÿla Têg’e  girbûyî seranser û hine misk’enê Sîsîanê- dîdema îroye bi salixê marzpêtaranê. Pêþtirî mal û þênîya ziyan gihîþtîye isa jî zevîya, têxnîka göndîtîyê. G’ûkasyan got. binelîyê cîr’aqetandî idî vedger’ne li misk’enê ziyanêk’etî, ij r’oja döþemêda jî t’emamîya mek’t’eva wê derbazî xwendina mewcûdvin. Serk’arê merza ce’nûbê jî bawere-  bi  50 mîlîonê sirîya pêþinda t’ehwîlbûyî pirsê xilazneve.

          R’obêrt G’ûkasyan

Marzpêtê Syûnîk’ê

          «Vê demê em pirsgirêka fîk’sdikin û îk’s cema pirsgirêkê lez safîkirin xwestinê hatîye dayînê,  lê ez fe’mdarîye bawerim, wekî ev  cemê diha ze’f ç’ûkve ne kö r’astîyê encama xilazîyêye”.

          Wezareta serwêrîkirina t’opraxada divêjin- hila hê paþda venager’ne ser bîznêsê, hilbet ij vî goþeyî ya ziyanêk’etî Cêrmûke- malê mêvana, sag’lemxane, r’iya þirîtê. Bi gilîyê Vaçê Têrtêryan- gazbir û ÿlêktrîk h’îmlî hatne dasekinandinê, pêþtirî çend p’ara, k’îderê pirsgirêka bêqezîabûnê heye.

Anûþ Aûradyan, Artak Gêvorgyan- Salix-sûlix       

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button