SocietyTop

T’êlêgram Ermenîstanêda bûye mêsêncêra herebelabûyî û Vaybêr paþda de’vdaye

T’êlêgramê bi belabûnê dinîyayêda cîyê döda girtîye- bi derbazbûna ij Fêysbûk’-ê. Wat’sap’ cîyê pêþinda dimîne.

          T’êlêgram Ermenîstanêda bûye mêsêncêra heree’yan. Salix h’esavdayîna hevaltîya “SîmîlarWêb”-êye þirovekirinêda k’ivþbûyîye. Hevaltîyê salixê k’arêk’etîyê “Androîd”-êye 103 welata berevkirine.

          Samvêl Martîrosyanê pisporê  bêqezîabûna salixdayînê p’êla xweye T’êlêgram-êda h’esavdayîn belakirîye, angorî k’îjanê- berê welêtda cîyê e’wil Vaybêr-ê mijûlkirîye.

          Wat’sap’ dinîyayêda dimîne mêsêncêra heree’yan. 53 welatada ew cîyê pêþin mijûldike, hejmara k’arêk’etîyê wê t’emamîya dinîaêda 27%-e.

          Dinîaêda T’êlêgramê cîyê döda mijûlkirîye, k’îjan Fêysbûk’ Mêsêncêrê derbaztirbûye. Niha ew 14 welatada cîyê e’wil mijûldike: pêþtirî Ermenîstanê, Bêlgîa û Latvîa, lê ij Avropayê der- Kamboca û Vênêsûêla, lê isa jî cêrge welatê din. Fêysbûk’ Mêsêncêr 13 welatada bûye ya pêþin, nav wê hejmarê- WAY, Kanadayê, Avstralîyayê û welatê skandînavîyêda. Vaybêr sê welatada ya herebelabûyî dimîne- Bilg’arîyayê, Yûnanstanê û Ûkraînayêda. T’ev mêsêncêrê din- welatê Asîaêda- xazma Yaponîyayê û T’ayvanêda, Layn  naskirina fire p’eydadike.

          Cêrge welatada mêsêncêrê cî diha belabûyîne. Wêçat– Çînstanêla, KakaoT’alk– Korêa Ce’nûbêda, Zalo– Vîêtnamêda.

          Lêbelê, dinîaêda t’ine mêsêncêr, wekî fêza giþtadaye. Herpênc mêsêncêrê herebelabûyî (Wat’sap’, Fêysbûk’ mêsêncêr, T’êlêgram, Vaybêr, Layn) 43%-ê sûka h’emdinîyayê mijûldikin.

        Gûgl hangûs seva bîznês hevsûbûnê mêsêncêra herebelabûyî dimîne.         

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button