
Wezareta sag’lemîxweykirinê göhastina qanûnê bêqezîabûna sanîtarîyêda têr’a divîne.
Ij 1-ê meha h’ezîranê t’opraxê vekirîda girêdana niqabê idî wê e’seyî nînve. Ew bajar’van h’esavdive p’êwendbûyî, ê kö 2 dermançapê p’êwendê stendîye, k’îman ösûla “Armêd Ê-Hêalt’”-êda tênvîsîye û QR koda wî heye.
Cimhöryetêda bi 3 p’êwenda p’êwendkirina miqabilî koronavîrûsê mîaserdive- “Spûtnîk-Vî”, “AstraZênêka” û “Koronavak”. P’êwendkirina bi “AstraZênêka”-ê û “Koronavak”-ê nav kesê 18 û sale bilind dikarin mîaservin, angorî xîtavbûnê, bi e’sasê r’ezedilîyê. Lêp’êwendkirinê bi “Spûtnik-Vî”-ê seva nexweþê k’ronîke 18 salîyê bilindtir, seva xevatçîyê doxtirîyê, binelî û xevatçîyê merk’ezê xemxörîya sosîalîyê têr’adîtîne.