SocietyTop

Cime’ta bîrkirî: t’arîxa ÿzdîya derheqa qir’a xilazîyêda

Manka Nêyxêys

Havîna sala 2014-a DÎ li þimala Îraqê dak’öta li neh’îya Sîncarê. Bi seda h’ezara meriv r’evîne K’ördistana Îraqê yan ç’îayê Sîncarê. Bêy nan û av gelek dest ze’yîfbûnê mirin. Lê de’îþ ne kö t’enê seva berfirekirina Xelîfetê hatibû, lê isa jî r’aqetandina ÿzdîya, ÿla bi dînê xwe û medenyeta qedîm. Mêr hatne köþtinê, jin û qîz hatne firotanê li xölamtîyê, lê kör’ik þandine li çadirgehê de’îþ-êye t’e’lîmkirinê. Pênc sala pey destpêkirina qir’êr’a hindik tiþt seva ÿzdîya hatîye göhastinê: dest e’ynata sîasîyê Sîncar niha h’esavdive neh’îya ber’edayî, endamê de’îþ-ê seva qir’ê nayne cezakirinê, lê bi h’ezara ÿzdî hila hê h’esvdivin bê ser û berat’e indabûyî. Axirîya milet wê çawave, k’îjanî dewr û zemana seva mayînê þer’k’arî kirîye?

Brênda Stotêr Boskoloya jûr’nalîst çûye Îraqê, wekî derheqa ÿzdîyada binivîse. Zûtirekê ewê t’exmînkir, wekî qir’- ew tþtekî diha zêdeye, ne kö bendetîya sêk’sûalîyê, ser k’îjanê h’îmlî mecalê salixdayîna t’omerî merk’ezbûyîye. Li çadirgehê p’enabera ewê qir’a xilazîyê, t’arîx û medenyeta wan lêk’olînkirîye û eleqetê xêrxwezîêye meh’kem erêkirîye. Ewê dîna xwe daye yazîyê Îsmayîl, sîwpênc qewmê k’îjanî r’evandine, Mecal, k’îjan de’îþê kire zar’-e’sker, Selîm, ê kö mala xwe indakirîye, û Nedîm, wekî ij ç’ekdarê de’îþ-ê bûye dayîk.

Brênda Stotêr Boskolo xwendevan daxilî dinîya þeh’îdê qir’ê dike.

Havîna sala 2014-a Brênda Stotêr Boskoloyajûr’nalîst bi “T’wît’t’êr”-ê û întêrnêt-r’êsûrsa pêh’esya, wekî bi deha h’ezara binelîyê e’dilî li Îraqa þimalê axirîya akta tirsk’arîêye bi sirê hiþtine r’evîne. Bi bêgömanbûyî û  bi t’inebûna t’ö piþtgirîkê, ew k’etine t’elê. Çaxê Stotêr Boskolo göhdar dîna xwe da fotoþikilekî, ewê k’öm naskir, bi k’îjanî jina sifetê xwe ij germê dadidan.

Li neh’îyê, wekî k’örd û e’reb lê dimînin, nav t’emamîya t’arîxê ÿzdî miqatî nasne’ma xweye bi e’rf û e’detê wesfî û e’mrê xwe bûn, k’îjan civaka dadayîda dimeþe. Jinikê jûr’nalîstêr’a gilîkir, k’a çawa dewr û zemana pey cime’ta wan k’etine. Jinik ditirsîya, wekî zordestîya t’ezeye ser ÿzdîya hindava de’îþ-êda ser sere wê daliqîye.

Wexta zordestîya de’îþ-ê mêrê ÿzdîya hatne köþtinê û avîtinê li mezelê biratîyê. Jin û zar’ bi wesfa benda hatne birinê: jin û keç’ wergöhêzî bendê sêk’sûalîyê kirin û t’esmîlî zordestîyê, qerfpêkirinê û mêrkirina bi destê zorê bûn. Mejûyê xorta çadirgehê t’e’lîmkirinêda diþûþtin û bi wesfa þer’vana didane xevatê.

Serîlêxistin, zêrandin û þöhörandinê ç’ekdarê de’îþ-ê mecalê salixdayîna t’omerîye ort’emiletîyêda bi berfire dihatne e’ne’nekirinê. Brêndayê da k’ivþê, wekî þeh’îd xwexa û  ce’dandina wane bona naskirinê û heqîyê bona wê yekê, k’a çi anîne sere wan, göhdarîya jûr’nalîstîêye ze’f kêm setendin. Çaxê yekî ij wan ij wê pirsî: “Gelo, nave, wekî tö k’itêvekê derheqa meda binivîsî?”- qirar lez hate qebûlkirinê. Ew, çi qey tê bêjî ÿk’skûrsîya tûrîstîêye wexta r’asthatina wêye e’wile t’ev  vê kêmjimarê sala 2013-a, wergöhêzî r’êwîtîya jûr’nalîstîêye lêk’olînkirinêye hûrgilî dive. Nav çend sala Stotêr t’ev bi deha jin, zar’ û mêra qisekir, ê kö ser xwe zalimtîya tirsk’ara t’exmînkiribû. Mesele, ewê r’ê têr’a dît qisa t’ev Nadîya Mûradêye hûrgilî daxilî nav k’itêva xweke, ya kö t’emamîya dinîaêda bûye bûye sifet û dengê ÿzdîya, ê kö dizêrin, pey wê yekêr’a, çaxê ewê li Þêwra T’MY-ye Bêqezîabûnêda aþkela þe’detî derheqa wê yekêda dan, k’a ew çawa kirine sêk’s-hêsîr.

“Her dêk zar’a xwe h’izdike”,- Nadîma divêje, h’etta h’erke zar’ axirîya þöhörandinêda anîye. Lê, h’eyf, jinikê idî zar’a xwe- Adamê ç’ûk, pey wê yekêr’a nedîtîye, çaxê mêrê wê sozê xwe e’rdêxist, wekî zar’ê jî bive mêvanê xwestî, çaxê Nadîme veger’e li ÿlê. Zar’ê dola ç’ekadrê de’îþ-ê ÿlêda h’izûrê nînin, nenihêr’î, wekî hine r’êberê dîn seva  qebûlkirina wan pêþda tên. Stotêr Boskolo t’emamîya van we’denivîsarê ç’ûk dengnivîsîne. Ew lêpirsyara h’esavnake k’etî, lê k’erbîbûn û zirarê wane sawk’êþîyê dide k’ivþê, lê isa jî jêhatina wane jîyînê. Stotêr Boskolo xîtafî ç’e’vkanîyê baþqe-baþqe bûye, ê isa çawa wek’îlê h’ökömetê,  r’êberê dîn, ö’limadar, doxtir û xwendk’ar.

Jûr’nalîsta cahil wexta lêk’olînkirinê xwe heval destxistin, lê, nenihêr’î t’evbûna wêye þexsî, ew ya t’enqîdkirinê ma. K’itêv isa jî tê xwendinê çawa serk’arîkirin bi ÿt’îka p’êþê jûr’nalîstîyê. Xevera “sêk’s-bende”, wekî heycar mecalê ST’-ye dinda tê xevtandinê, h’evsa xwe wan dike. Ew qedirgirtinê û dilsozîyê dîhardike. H’alxweþîya ÿzdîya, ij k’îjana ew  derheqa cêr’ibandina wane sawk’êþîyêda pirsqisê hildide- fêza temê wê çawa jûr’nalîst digre, wekî ij vê yekê k’ara lape zêde hilde. Bi daxilkirina li k’itêva xwe xiyal û cêr’ibandina þexsî, ew isa jî pêþdanînê li xwendevanê xwe dike bi wesfa jûrnalîstê nexevatêda dilê xwe vekin.

Ew wê yekê bawerbike bêminet dike, bime’rimnekirina xwendevana ij mecala yazîya ÿzdya bivînin.

“Serhatîya me dinîaêr’a gilîke”,- wêr’a dîsa û dîsa diwek’ilandin. Ewê ew yek serfinyaz û bi þîrh’elalî kirîye. Ewê t’emesûk dîsa ewqasî degme, çiqasî isa jî balk’êþ kirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button