SocietyTop

Nav jinê adrbêcanî nisbetî bangîna Anna Hakobyanêye e’dilayê çapiktî heye

Nav jinê adrbêcanî nisbetî bangîna Anna Hakobyana bermalîya serekwezîrê CE-êye e’dlayê û sefera “Jin boy e’dlayê” çapiktî heye. Nav qisa t’ev “Armênprês”-ê derheqa vê yekêda Hasmîk Harût’yûnyana zarbêja Anna Hakobyana bermalîya serekwezîrê CE-êye çapgerîyê gotîye.
Bi gilîyê wê- sefera Anna Hakobyana bermalîya serekwezîrê CE-êye “Jin  boy e’dlayêye” pêþdestîkirî û belgê h’emnav welatê baþqe-baþqe balk’êþîya mezin pêþda tîne.
“Van r’oê xilazîyê nîv mîlîon serdanvanê ij welatê baþqe-baþqe zêdetire li malp’er’ê hebûne. Lazime bidine k’ivþê, wekî hejmara ê têne tênivîsarê jî mezine. Çi dimîne seva jinê adrbêcanî, dêmek ij Adrbêcanê jî çapiktî heye, lê bi h’esavhildana h’alê Adrbêcanêda h’ökömkirinê- bi p’ara azaya îsafê û p’êpeskirinê heqê mêriv, dêmek emê bi h’esavhilldana bêqezîabûna gendî wan jina t’ö salixekî belanekin”,- Hasmîk Harût’yûnyanê gotîye.
Em bînne bîr, wekî 25-ê meha tîrmehê Anna Hakobyanê li jinê adrbêcanî kirîye bangî r’okê diha zû sefera “Jin boy e’dlayê”-va cemvin. Ewê t’emî dabû jin û dayîkê adrbêcanî “li serk’arîya welatê xwe bikine bangî t’erka e’melê e’skerîyê bidin û e’mrê ewledê cime’tê adrbêcanî û ermenî t’esmîlî qezîayê nekin”.
Anna Hakobyanê derheqa  destpêkirina sefera “Jin boy e’dlayê”-da 24-ê meha sala 2018-aye tîrmehê, Moskvayêda e’lamkiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button