SocietyTop

Gelo merk’ezê Ermenîstanêye doxtirîyê pêgirtina koronavîrûsêr’a hazirin?: Xebîrê t’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîayê CE-êdabû

Hine îdarê CE-êye doxtirîêda valatî hene- bi h’esavê xelata û niqaba. Pirsgirêka t’êstê zedeqirarkirina koronavîrûsê Ermenîstanêda t’ine. Van r’ojê xilazîyê xebîrê t’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîayê Ermenîstanêdabû- qîmetke, k’a îdarê Ermenîstanêye doxtirîyê çiqasî pêgirtina belqîta koronavîrûsêr’a hazirin. Nav qisa t’ev r’ojne’mevana derheqa vê yekêda Artavazd Vanyanê serwêrê merk’eza wezareta CE-êye sag’lemîxweykirinêye binqolkirin û þerpezekirina nexweþîayî sereke e’lamkir. “H’erke delîvê koronavîrûsê CE-êda e’yanvin, dêmek em lap hazirin gavê berç’e’v bikin. Jêhatina merk’ezê meye doxtirîyê qîmetbûyîne, û wezîrê sag’lemîxweykirinê sipartina t’amkirina t’emamîya valatîyadaye. Valatî h’îmlî derheqa wan pirsadanin, wekî, mesele, h’erke pêgirtin bive, gelo niqab, xelatê merk’ezê doxtirîyê hene?”,- Vanyan got- bi serdazêdekirina, wekî hine merk’ezê doxtirîyêda bi wan pirsa valabûn hene.

Bi gilîyê wî- îroda k’artê bi nav-nîþan wê r’ik’inkin û miqatbûna t’am nisbetî wan wê mîaserkin, ê kö ij welatê töriþkirinê- Îtalîayê, Korêayê û cîyê din vedger’ne li CE.

Bi paþdaveger’ndina ser t’inebûna niqaba- p’êþezan got, wekî r’aste- dermanxanada kêmasîya niqaba heye, lê seva destanîna niqabt’amkirinê gav têne kirinê.

Vanyant e’lamkir-   vê meþêda bi þikberîya koronavîrûsê 63 kes hatne hospîtalkrinê, t’emam hatne t’êstkirinê: encamp ê neyênî bûne.

“Niha 600-700 t’êstê meye zedeqirarkirina koronavîrûsê hene, lo hila, emê 1000 t’êsta jî bistînin- wê yekêva girêdayî t’ö pirsgirêkek t’ine”,- Vanyan da k’ivþê.

Em bînne bîr, wekî îro hatîye qirarkirinê bi dö h’evtya sînorê  r’eþayêyî t’ev Îranê dadin. Nisbetî p’evgirêdana hewê sînorkirinê ne t’am wê bêne xevtandinê. Barcîgöhastinê  t’ev Cimhöryeta Îraêye Îslamîyê bêy sînorkirin wê bêne mîaserkirinê- bi xevtandina r’êjîma miqatbûna mexsûs nisbetî avtoajoya. T’ö sînorkirinek  seva paþdaveger’andina bajar’vanê Cimhöryeta Îraêye Îslamîîyê û CE-êye li wet’en wê neyê xevtandinê.

Çînstanêda, bi h’alê 24-ê meha sivatê, hejmara qörbanê koronavîrûsa SOVD-2019 gihîþtîye 2592-a, vê r’oja xilazîyêda  150 belqîtk’etî mirine. T’emamîya welêtda 77,1 h’ezar delîv hatne têneviîsarê, lê 24,7 h’ezar belqîtk’etî qencbûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button