PoliticsTop

Armên Sargsyan Syûrîxêda r’astî wek’îlê “T’alês grûp”-ê hatîye

Armên Sargsyanê sedrê CE, ê kö bi serdana xevatê H’emt’ifaqdarîya Þvêysarîêdaye, Syûrîxêda r’astî Hêrvê Dêmanê dewsgirtîyê hevaltîke dinîaêye têxnologîaêye pêþdabir- “T’alês grûp”-a fransî- bi pirsê pêþdaçûyîna ort’emiletîêye Amêrîka Latînîyê û Avroasîaêda û R’afayêl Ÿskînzayê dewsgirtîyê sedrî berê hatîye. Qiseçîya e’ne’nekirinê dora p’evk’etinê wexta r’asthatinê berîne t’ev serk’arîya berê p’eydakirî û t’erefê hevk’arîêye îht’îmal pêþda birine, paþda veger’yane ser hevk’arîya warê têxnologîayê heret’eze, cöda gotî, mîaserkirina aqlê ne’slî, serwêrîkirina li salixê hejmara û berne’mê t’evayîye cêrge warê dinda. Bi careke din hazirîya xweye hevk’arîya goveka pêþdestîya sedirtîêye- pêþdaçûyîna têxnologîayê t’eze û ö’lme Ermenîstanêva hinartî- wek’îlê hevaltîyê gotine, wekî selmyana Ermenîstanêye merivaêye qeydebilind, h’îmê xwendinê û têxnologîêye baþ hebûne, k’îjan seva hevaltîya mînanî “T’alês”-ê ze’f ferze û seva hevk’arîya k’ardar h’îmê meh’kem die’frîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button