
Armên Sargsyanê sedrê CE, ê kö bi serdana xevatê Yaponîaêdaye, Tokîoêda r’astî k’omeke karbidestê yaponî hatîye. Çawa ij fermandarîya sedrê CE e’lamkirin, Sargsyanê sedir mecalê Ermenîstanêye r’ik’inkirinê û lecê t’emsîlî k’arbidesta kirine- bi binxetkirina, wekî welatê me sevka hevk’arîyê vekirîye. Ewî gotîye, wekî Ermenîstanê, wekî endama YAAM-êye û t’ev YA meh’kem nav hevk’arîêye, seva k’arbidesta mecalê baþ die’frîne û dikare bive p’ira derk’etina li sûkê welatê din. Sedir daye k’ivþê, wekî hazire bi îht’îmalî alî wan hevaltîya bike, k’îjan mot’acê hevk’arîya t’ev Ermenîstanêne.