PoliticsTop

Destanînê pe înglaba qedîfeyîye Ermenîstanêda ê r’öh’darkirinêne: kongrêsvanê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE Cêkk’î Sp’îr û Cûdî Çûyê endamê  sera Kongrêsêye WAY-ye Wek’îla û encomana bi pirsê ermenî qebûlkirine. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE e’lamdikin- Nîkol P’aþînyan paþda veger’yaye ser wergöhastinê ferz, k’îjan welate meda warê baþq-baþqeda mîaserdivin, û binxetkirîye- dêmokratîya bawerîya civaka ermenîye, ösûla biha, Ermenîstanê wergöhastinê wî t’erefîda zorkirinê bidûmîne, û alîk’arîya hevalk’arê ort’emiletîyê wê alî meþa wê r’ojevaêye lez û levhatî bike. Cêk’î Sp’îr û Cûdî Çûnê kongrêsvanê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî dane k’ivþê, wekî  înglaba qedîfeyîye Ermenîstanêda bûyî û destanînê we’dê peyr’a ê r’öh’darkirinêne û Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî  hazire alî P’aþînyanê serekwezîr û h’ökömeta bi serk’arîya wî bike- nav r’ojeva wergöhastinê pêþdaçûyîna dêmokratîêva mêlbûyî. Cêk’î Sp’îr û Cûdî Çû isa jî derheqa serdana li Arsaxê qedandîda hûrgilî t’emsîllkirine- bi k’ivþkirina, wekî bi e’dlayîh’izîya Arsaxê, h’esîna ewlebûnê û dereca fe’mberîya  bajar’vanîêye bilind t’esîrbûyîne. Nîkol P’aþînyan daye k’ivþê, wekî serdana kongrêsvanê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyîye li Arsaxê û qîmetê wan bi h’esavê sîasîyê, isa jî hûmanîtar me’na wane ferz heye û salix daye, wekî Ermenîstan pêþdaçûyîna înstîtûtê dêmokratîyê û civaka bajar’vanîêye Arsaxêda ferz h’esavdive. Meþa bijartinê meqametê Arsaxêye xweserwêrîkirina cî pêþvaçûyîna  k’ivþe van t’erefada da k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button