Bira serk’arîyê k’oma “RÊSO”-ê dikin, aktîva k’îjanêye h’îmlî Ûr’isêtêda hevaltîke ewlenivîsarêye heregire- “R’ÊSO Garantîa”. Ew serk’arîyê 60,3%-ê aksîayê hevaltîyê dikin û 36,7% jî k’oma fransîye AXA-êda. 115 hêktar e’rd Monakoyêda, 3 mal Los Ancêlêsêda, serak Londonêda, kela Fransîaêda û tiþtê din dik’evne nav mal û milk’ê Sarkîsova. Nîkolayê kör’ê Sêrgêy Sargîsovî mezin t’ev bavê xwe WAY-da serk’arîyê hevaltîya “Blîs fîlmz”-ê dike. Sêrgêyê kör’ê Sêrêy Sargîsovî ç’ûk serk’arîyê hevaltîya “Prêmîal doxtir” dike, k’îjan t’ev Pyotr Avênê xweyp’arê “Alfa grûp”-ê û dîsa dö hevalk’ara hatîye e’frandinê. Sêrgêy Sargîsov- h’emmilk’edarê RÊSO-ê, 835 mln dolar. 62 salî. Zewicî, 5 zar’ê wî hene. Cîyê jîyînê- Monako. Nîkolay Sargîsov- h’emmilk’edarê RÊSO-ê, 835 mln dolar. 53 salî. Zewicî, 8 zar’ê wî hene. Lîonêda dimîne.
Related Articles
Þêwirxana avropî li YA dike bangî hevk’arîya de’wmeþandinêye warê ÿnêrgêtîkda r’awestîne
26.04.2024, 15:05
Þêwirxana Avropayê li Bek’ûyê kirîye bangî girtîyê sîasîyê bêe’glekirin û bêþik azake
26.04.2024, 14:04
Ьса жи сахтикьн
Close