Bi e’lamkirina “Armênprês”- derheqa vê yekêda wexta r’asthatina t’ev r’ojne’mevana Janna Andrêasyana dewsgirtîya wezîrê CE-î xwendinê, ö’lm, medenyetê û sportê got.
Dewsgirtîya wezîr da k’ivþê, wekî ew wê yekêva girêdayîye, k’a nav salê çi h’alê xwendinê wê heve û çiqasî bi xwendina dûrmeþandinê pêvajoyê t’emamîya h’ecma sala xwendinê dadave.
Bi paþdaveger’andina ser qîeetê salêye îdarê xwendina h’emt’omerîda- ewê da k’ivþê, wekî ewê ser h’îmê qîmetê h’etanî 13-ê meha adarê heyî û idî derbazî deft’erê ÿlêktronîyê kirî wê bêne t’omerîkirinê.
Bi gilîyê Andrêasyanê- qirara heman derxistine, çimkî, çaxê þertê h’alê sirêderda gavê ewlekirina dayîmtîya xwendinêva hinartî destpêbûne, e’lamkirine, wekî ze’f göhdar wê dîna xwe bidine h’al û angora wî qirara wê derxin. “Gele cara me e’lamkirîye- h’al isaye, wekî bêy h’esavhildana fir’naqbûn, hazirîya me, alet’ê têxnîkîyê, dest destgihîþtina p’evgirêdana întêrnêtîyê k’omeke zvar’aye giran ij govýeka xwendina dûr derva dimîne. Gilî derheqa 15-20%-ê þagirtê t’emamîya cimhöryetêdaye. Em derheqa xwendina t’omerîda xeverdidin, k’îjan seva giþta e’seyîye, dêmek qirar, k’îjana em derdixin, gere ij k’ara t’emamîya þagirta derk’evin”,- dewsgirtîya wezîr e’lamkir.
Hînbûna bi cûr’ê dûr h’etanî xilazîya sala xwendinêye îsalin wê bidûme. Delîva h’evtya pêncr’ojêye xwendinêda h’etanî 22-ê meha gölanê, lê delîva hevtya xwendinêye þeþr’ojêda- h’etanî 23-ê meha gölanê wê bik’þîne.
Dersê têberdayî angorî h’ecma bi xwendina dûr dadayî wê bêne h’esavkirinê. Angorî wê- mek’t’evê sala xwendinêye dinda dersê berdayî t’amkin.