SportTop

Malxas E’moyan: Ez alt’indarîya x’we p’êþk’êþî cime’tê ermenî û ÿzdî dikim û seva alîk’arîyê ij giþta r’azîme

Qeremanîya sisya çetin gihîþte min. Ez þame, wekî  min karibû ez cara sisya bême e’lamkirinê qeremanê Avropayê. Min lecvanê xweyî t’irk alt’kir, belê, eva þabûna mezine, lê ew döriste, û tö  nizanî çi bêjî.

Dereqa vê yekêda nav qisa t’ev Nyûz.am Sport-ê ij Bûxarêsta p’ayt’extê R’ûmînîayê Malxas E’moyanê qeremanê Avropaêyî sêbare, qeremanê dinîyayê, r’êne’ma lîstikê P’arîzêye olîmpîyê qazinckir, got.

13-ê meha sivatê pêþvantîya Avropaêye gölaþêe yûnanîhr’omîda Malxas E’moyan cara sisya navê qereman qazinckir.

Xitimkirinêda qeremanê dinîyayê bi h’esavê 7:0 Yûsûf Ÿmrê Beþerê t’irk alt’kir.

“Ez dilþame, wekî min karibû ez bême e’lamkirinê qeremanê Avropayêyî sêbare. H’esînê min ê þirovenekirinêne. Ez ç’e’vnbihêr’îbûm, wekî ezê bikarvim cara sisya nav qazinckim. Ez bi meremê qazinckirina zêr’ diçme her r’êzelecekê. Seva van alt’indarîyê xwe ez ij meþqçî, heval, cim’tê ermenî û ÿzdî, wan giþta r’azîme, ê kö piþta min digrin.

Bi bihîstina derheqa delîvê döhöye ser sînorda ez ze’f berxwek’etim. Wan dema nizanî, k’a çi bêjî, çi bikî, her  me’lûmetîke derheqa e’skerê meda cavdarîya me diha mezindike. H’esîna ze’f xirave, çaxê dibihêyî pêdih’esî, nizanî, çi bikî.

Ezê h’emû tiþtî bikim, wekî mêdala olîmpîêye zêr’ qazinckim. Ezê idî t’am k’arê xwe lîstikê olîmpîyê bikim.

Ez alt’indarîya xwe p’êþk’êþî cime’tê ermenî û ÿzdî dikim û seva alîk’arîyê ij giþta r’azîme”,- Malxas E’moyan got,

E’moyanê 24 salî isa jî salê 2022-a û 2023-a bûye qeremanê Avropayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button