PoliticsTop

Paşînyan û Erdogan axaftineke kurt kirin

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Tirkiyê ye nûhilbijartî Recep Tayîp Erdogan li Enqereyê axaftineke kurt kirin. Ev yek ji aliyê medyaya Tirkiyê ve, bêyî eşkerekirina hûrgiliyên din, tê ragihandin.

Hêjayî bîrxistinê ye, ku serokên Ermenîstan û Azerbaycanê Nîkol Paşînyan û Îlham Alîyev jî axaftineke kurt kirin. Di hevdîtinê de mijarên li ser sererastkirina peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin û li ser niyeta derbaskirina civîneke nû li ser hefteya bê jî hat axaftin.

Hêjayî bîrxistinê ye, ku Serokwezîr li Enqerê beşdarî merasima sondxwarina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button