
Wezîrê Îdareya Herêmî yê Ermenîstanê Gnêl Sanosyan gotîe ku santrala nukleerî ya li Ermenîstanê heta sala 2036’an wê bixebite. Li gorî wî xebatek mezin tê kirin ku heyama lîsansê ji sala 2026-an heya 2036-an were guhertinê.
Sanosyan bal kişand ser planên avakirina santrala nukleerî ya nû û gotîe ku ev pirs ji niha ve tê gotûbêjkirinê. Li gorî wî, qonaxa amadekariyê jî têra xwe dirêj e, ango amadekirina wê nêzîkî 2 salan û çêkirina wê jî 8-10 salan bigire.