PoliticsTop

Vîktor R’aêvskî: “T’erkdayîna ij pêvjoya naskirina k’omköjîyê t’önekirina xwexwetîya cime’ta ermenîyaye”

“Miþlaqê navbera sîasîyê Qeyserîya osmanîyê û T’irkîya îro û Adrbêcanêye meþandîda h’esavdivin ê ÿp’êce h’îmbûyî”.

Nav qisa t’eva Ermenîhabêr.am-ê Vîktor  Nadêîn-R’aêvskîyê  xebîrê ûr’isî e’yan, serwêrê înstîtûta îzger’îyê sîasîyê û sosîalîyê ya neh’îya be’ra R’eþ-Kaspîyê,  xevatçîyê ö’lmîyî mestir ê înstîtûta akaadêmîa Ûr’isêtêye ö’lmaye ser navê Prîmakove malhebûna h’emdinîyayê û  eleqetê ort’emiletîyêye miletîyê got.

“Dest þaþîyê serk’arîya Ermenîstanê û Arsaxêye têberdayî ermenîya þêr’da da der. Bêþik, meremê dadana sivdera Laçînê heye cime’ta Qerebag’ê fiþarkin, e’mrê bajar’vanê wira çetinkin, ê kö dîsa paþda veger’yane Arsaxa misk’en, çimkî wira k’oma ûr’isaye e’skerîyêye e’dlayîp’arêz wiraye, heqê k’îjanêye, h’eyf, sînorkirî hene.

Em divînin, k’a çawa Adrbêcan e’mrê ermenîya hima wet’enê wanda bi îht’îmalî çetindike. Lê vira ya sereke ewe, wekî Adrbêcan bêminet e’lamdike, wekî pirsa r’ewþê idî safîbûyîye. Qe tiþtekî isa t’ine, pirsgirêka r’ewþê hila hê heye, û pirs nehatîye hilanînê. Hilbet, miþlaqê navbera sîasîya Qeyserîya Osmanîyêye k’ömköjîyê û  sîasîya T’irkîayê û Adrbêcanêye vê gavêda hene.                                                   Bi paþdaveger’andina ser pirsa K’omköjîya ermenîya- ê qiseçî da k’ivþê, wekî çaxê derheqa K’omköjîya ermenîyada xeverdidin, gere derheqa yûnana û mexînada bîrnekin, wekî ew jî ziyana giran k’etine.

“Em zanin, wekî Qeyserîya osmanîyêda 1,5 mln ermenî hatne qir’ê. R’eqema mexînê qir’bûne 30.000 bûye, lê yûnanîya- 60.000. P’areke mexîna ûr’isêtêda  xilazbûye û, bextr’a, niha cime’ta mexîna dewra daxöliqandinê dijî.

Cime’ta dinê, wekî ij destê t’irka ziyanê k’etîye, yûnanîne. Lê  himberî yûnanîya- t’irk t’ev mexîna û ermenîya nav e’melê þêr’ nînbûn”,- R’aêvskî da k’ivþê- bi serdazêdekirina, wekî Qeyserîya osmanîyêda wî çaxî 31 encomana e’meldikir, k’îjan bi t’irkkirina mal-milk’ê ermenî û yûnanîyaye bêxweyhiþtî mijûldibûn

“T’irka k’örd seva t’önekirina cime’tê jorgotî dida xevatê, û T’alêat’ P’aþa (1874-1921) – Enwer p’aþa (1881-1922) û Cemal p’aþayê (1872-1922) nevxêr serk’arî t’emamîya e’mela dikir, ê kö sala 1913-a hangava pey h’öryeta sala 1913-ar’a h’ökömet hildane destê xwe. Sê zölmk’ar, ê kö r’astî jî t’önekirina ermenîyava mijûlbûn. Lê t’êlêgramê T’alêat’ jî þe’detîyê didin, wekîm t’emamîya e’mela ser dereca dîwanî qewimîne”,- ê xebîr da k’ivþê.

R’aêvskî isa jî derheqa bi zimanê ûr’isî t’ercmekirina k’itêva T’anêr’ Ak’çamê t’arîxnasê t’irkî e’yane “Fermanê köþtinê” anî bîr.

“Wira ij T’alêat’ t’êlêgramê derheqa H’elebêda 4000 sêwîyê ermenîda hene, ê kö dê û bavê xwe indakiribûn. T’anêr Ak’çam, bi bîranîna t’êlêgrama T’alêat’, dide k’ivþê, wekî bi fermana ê zölmk’ar, zar’ê çarsalîyê ç’ûktir sit’arê t’irkîda cîwarkirin, wekî ew paþwextîyê derheqa ermenîtîya xweda nizanvin. Lê ê diha mezin- þandine Têr Zorê, k’îjan beremberî mirinêbû”.

R’aêvskî delîlkir, wekî bûyîna K’omköjîya ermenîya bi  h’ezara t’emesûka û hindava hine qölixçîyê welatê baþqe-baþqeda erêbûye, çimkî beyantîyê t’irka h’etta ew jî zendegirtî hiþtine.

“H’ökömeta T’irkîaêye niha delîla K’omköjîya ermenîya înk’ardike,  t’irk dicêr’bînin ewê bavêjne istûyê xelqê. Mesele, wekî “gönek’arê h’emû tiþtî cihûne, wekî wana kirîye, lê t’irk gönek’ar nînin”: eva r’astîyê hemeqîye.

T’irkîaêda fikra belabûyî heye, wekî xwedêgiravî ÿla “dyonmêna”- sabat’aya, k’îjan h’esavdive t’erîqetke cihûya, k’omköjî t’eþkîlkirîye. Divêjin, wekî ij wana hinek cêrgê cont’irkada bûne. De, eva seva t’irka fikira ze’f fesale, wekî giregirê t’irka dicêr’bînin xwe bispêrnê.

Min cêr’iband ez T’irkîaêda derheqa vê t’erîqetêda k’itêva bivînim, lê min nedît, çimkî ew xilazbibûn. Eva derheqa wê yekêda xeverdide, wekî ev fikir nav t’irka ze’f belabûyîye”,- ewî da k’ivþê.

“Axirsongî,  gere delîlkin, wekî t’irkê binelî hazir nînin sûck’arîya pêþê xweye kirî qebûlkin. Lo hila, em tînne bîr, wekî Erdog’an wexta e’ynata t’irk-yûnanî, bi  k’omköjîya t’eze gef yûnanîya dixöarin. Eva dereceke ze’f ferzbû. Ewî derheqa qir’a Zmyûr’nîaêda anî bîra yûnanîya.

Dêmek, pirsgirêka naskirina K’omköjîya ermenîya dimîne çawa pirsa tûj û bêh’ed ferz. T’erkdayîna ij pêvajoya naskirina k’omköjîyê- t’önekirina xwexwetîya ermenîyaye, çimkî eve, wekî t’emamîya ermenîyê dinîyayê dicivîne, ewe- bigihîjne heqîyê”,- ewî da k’ivþê.

We bihîst miqala bi sernivîsara: “Vîktor R’aêvskî: “T’erkdayîna ij pêvjoya naskirina k’omköjîyê t’önekirina xwexwetîya cime’ta ermenîyaye”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button